Hevpeyvîn

Pirsgirêka Gelê Kurd pirsgirêkeke milî ye

İkram Oguz bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Jibo ev derfetên ku hatine ber lingên wan, careke din jidest neçin, yek tiştek pêwîst e. Ew jî avakirina tifaqeke netewî ye, ku Kurdên Rojavayî jî ji vê yekê dûr in.

Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

İkram Oguz: Sedsala 20an jibo Gelê Kurd sedsaleke tarî û bêyom bû. Kurdistana ku di navbera dewleta Osmanî û Eceman da hatibû parvekirin, bi alîkarîya dewletên Rojavayî careke din hate parvekirin û bu çar parçe. Hemû rê û dirb li Kurdan hatin girtin û tekoşîna Gelê Kurd ji alîkarîya navnetewî bêpar ma û di navbera dewletên dagirker da fetisî. Bi têkçûna Sovyetê ra dawî li şerê sar hat û dinya ji nû va hate hate dîzyankirin ku, serkêşîya vê yekê jî Amerîkayê kir. Bi destpêka sedsala 21an va ew derîyên ku li ser Kurdan hatibûn girtin, yekoyek vebûn. Derfetên giranbuha derketin pêşîya Kurdên Başûr. Ji sedîsed nebe jî, Kurdên Başûr ew derfetên dîrokî bikaranîn û bûn xwedî nîvdewlet.

Ew derfetên ku 30 sal berê derketin pêşîya Kurdên Başûr, îro hatine û li ber lingên Kurdên Rojavayê sekinîne. Mixabin Kurdên Rojava jî bûne du serî û her yek li alîyekî dikişîne. Dewletên navnetewî û dewletên dagirker bi wan ra mijûl in, ew jî bi hev ra mijûl in. Ne di daxwazên xwe da bihev dikin, ne jî di kar û xebata xwe da dibin yek. Sedema neyekalîbûna Kurdan jî, îro Kurd bixwe ne. Jibo ew derfetên ku hatine ber lingên wan, careke din jidest neçin, yek tiştek pêwîst e. Ew jî avakirina tifaqeke netewî ye, ku Kurdên Rojavayî jî îro ji vê yekê dûr in. PYD/HEVDEM li alîkî dikişîne, ENSK jî li alîyeke din. Di navbera herdû alîyan da, xêncî navê wan, tu şirîkatîyek din nema ye.

Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Ez di wê bawerîyê da me, ku Amerîka tu car ji Rojavayê Kurdistanê venakişe. Ji hêza xwe ya li wir, hinek çekdarên xwe şûnda bikişîne jî, Amerîka li Rojavayê Kurdîstanê mayînde ye. Jiber ku Rojavayê Kurdistanê ya jî seranserê Surîyê parçeyek ji Rojhilata Navîn e. Amerîka heta ku li Rojhilata Navîn bimîne, wê li Rojavayê Kurdistanê jî hebûna bi awayekî bidomîne…

Helwesta Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê û çarcoveya bandora wê jî bi helwesta Kurdan va girêdayî ye. Îro herkes jî dizane ku, Amerîka ji Kurdan zêdetir yekalîbûna Kurdan dixwaze û gor wê daxwaza xwe jî seneryoya xwe ya ji berê da nivaisandîye, carcaran gor bûyerên li herêmê diqewimin, buguherîne jî didomîne.

Amerîka ne jibo Kurdan hatîye Rojhilata Navîn, ne jî gor rewşa Kurdan ji wir derdikeve. Bêguman ji bo tewna ku dixwaze li Rojhilata navîn dayne, pêwîstîya Amerîkayê bi Kurdan he ye. Sedem vê yekê jî, hinek hêz û partîyên ku îro li ser navê Kurdan sîyasetê dikin, bixwazin, nexwazin, Amerîka ne dest ji pêwendîyên xwe yên bi Kurdan ra danîye, qut dike, ne jî wan serbest berdide.

Serkeftina Kurdên Rojava bi du tiştan va girêdayî ye. Ya yek tifaqeke neteweyî, ya din jî alîkarîyeke navneteweyî.

Heger Kurd vê realîtê bidin ber çav û derfetên ku hatine ber lingên baş bikar bînin, wê bikaribin qedera xwe ya reş li Rojavayê Kurdistanê jî buguherînin…

ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Ez bixwe di vê bawerîyê da nînim. Berî hertiştî divê em bi mêjûyekî zelal li pirsgirekê binihêrin, rewşa rejimê û opozisyonê bi hestên kurd û kurdayetîyê bidin ber çav. Rejima Surîyê rejimeke dagirker e û piştgirê wê jî Rusya, Îran û bi awayekî jî Tirkîye ye…

Lê opozisyona Surîyê kî ne û ji kê pêk tên? Bersiva vê pirsê ne yek e.

PYD/TEVDEM di hinek xalan da çiqas xwe nêzikî rejimê bibîne, ew jî qasî opozisyona ku ENKS di nav da, heta di realîtê da ji wan zêdetir opozisyon e. Li alîyê din, heger pîvana opozisyonê dijbertîya rejimê be, DAIŞ û hemû hêzên islamîyên ku li herderê neyartîya Kurdan dikin û heta bi awayekî dewleta Tirk jî beşek ji opozisyona Surîyê ne.

Gor raya min, pirsgireka Kurdên Rojavayê yek jî, pozîsyona wan a di vî warî da ye. ENKSê xwe di nav opozisyona Surîyê da bi cîh kirîye û bi awayekî bûye şirîkê dewleta Tirkîyê û hêzên girêdayî wî… PYD/HEVDEM jî bi nêzîkbûna bi Rusya û rejimê va xwe di nav şirîkatîyeke din da dibîne…

Şirîkên her du alîyan jî ji wan rêzgirtina li yekitîya Surîyê dixwazin û bi her awayî wan dixapînin…

Daxwazên herdu alîyan jî çiqas ji hev cûda bin, ew bi têkilîyên xwe yên tarî, Gelê kurd dixapînin. Roj bi roj ji ji daw û doza Gelê Kurd dûr dikevin û di xizmeta neyarên xwe da cîhê xwe digrin…

Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin?

Pirsgirek û astêngen Kurdan ji derveyî wan nînin, pirsgirek jî asteng jî ew bixwe ne. Rewşa hêzên navneteweyî rê li Kurdan nagre, bîlakîs rîya ku li pêşîya wan hatîye girtin, ve û fireh dikin. Heger ku Kurdên li Rojava, li dîroka Kurdistana Başûr ya nêzîk binêrin û jê sûd werbigrin, wê gavê dibînin ku, jibo serkeftina wan yek rêyek tenê he ye, ku ew jî bi helwesta hestên kurdayetîyê, avakirina tifaqeke netewî ye. Ji bilî dewletên herêmê yên dagirkerên Gelê Kurd, hemû dewlet û hêzên navneteweyî îro yekalîbûna Kurdan dixwazin, mixabin Kurd neyar û dagirkerên xwe dane alîkî û şerê hev dikin.

Weke gotina dawîyê, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li çarnikalên Kurdistanê pirsgirêka Gelê Kurd pirsgirêkeke milî ye û çareserkirina wê jî bi tifaqeke milî va girêdayî ye.

Heger ku Kurd vê rastîyê nedin berçav û di nav rejimên dagirker û oposiyona wan da ji xwe ra li cîhekî bigerin, têk neçin jî tu car biser nakevin…

Jiber ku eş bindestî, dermanê wê jî xwedî dewletbûne. Ji bo vê yekê jî berê daxwaz, dû ra kar û xebateke milî pêwîst e…

03.03.2019

 

03.03.2019

 

 

 

Back to top button