
Feraç Mîrza bersivên Rojevakurd de dibêje: gelo dê PKK vê çendê qebûl bike û bi aliyên kurdî yên din ra li Rojava bereyekî Kurdistanê ava bike? Ev ne mimkine.
Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?
Ferac Mirza: Eger kurd li Rojavayê Kurdistann ne bin yek û bereyek Kurdistanî mina, Bereyê Kurdistanî li başûr beriya serhildana sala 1991ê, pêk neînin dê ev derfeta zêrîn û her tşite ji dest kurdan biçe. Lê pisiyar li vir ewe; gelo dê PKK vê çendê qebûl bike û bi aliyên kurdî yên din ra li Rojava bereyekî Kurdistanê ava bike? Ez dibêjm ev yek nêzîkî mustehîlê ye.
Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?
Vekişana hêzên Amerîkayê ji Rojava dê bibe sedem ku, hêzên PYD û rêvebirya wê, ji tirsa êrîşên Tirkiyeyê, bi yekcarî ber bi rijêma Suriyê ve biçin, bêy ku li heberî wê yekê çi mafan ji Suriyeyê daxwaz bikin. Lê belê gelek bi zehmete Amerîka Rojava, û herwesa Suriyeyê, teslîmî Tirkiyeyê bike, ji ber ku hîngê dê ew teslîmî Îranê bibin û Îran dê li wê deverê bibe xwedî desthilat, Amerîka jî vê yekê qebûl nake. Bi dîtina min Îsraîl dê roleke veşartî hebe ku Amerîka deverê teslîmî Îranê neke.
ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozîsyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?
ENKSE li ser asta navdewletî gelek ji PYDê pêtir dihêt qebûl kirin, lê li ser erdî, li Rojavayê Kurdistanê, eger cemawerê xwe jî hebe lê wê bandore xwe nîne, çunkî hêza wê ya çekdarî li wê derê nîne.
Eger leşkerê Roj û hêzên YPG bibin yek hêz hîngê dê rewşa Rojavayê Kurdistanê gelek gelek baştir bibe, lê dîsan jî ez dibêjim ev yek nêzîkî mustehîlê ye ji ber siyaset û îdolojiya PKKê.
Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin ?
Kurd li Rojava û li hemû parçeyên din yên Kurdistanê ne xwedî kartên bihêz in. ji ber ku kurd ne dewlet in, li dawiyê her dewletin silhê dikin, xwedî hêz in û bandore wan ya siyasî, aborî û leşkerî heye, û ew dewlet berjewendiyên xwe li be çavan digirin û miletan piştguh diavêjin.
Hêz û bandore kurdan di yekgirtina wan daye û, bi mixabinê ve, dibêjim çi asuyek ji bo yekgirtina kurdan diyar nake.