Pirsgirêka gazê beşeke ji şerê baskên YNKê
Li gora nûçeya bassnews, grubekî ser bi YNKê aşkera kir ku ew pirsgirêka Lahor Cengî bi rêya birayên xwe û Mehmûd Sengawî ve ava kiriye, beşeke ji şerê baskên nav YNKê de û dixwazin çavkaniyên hev hişk bikin.
Çend rojeke ji ber hêzeke ser bi Mehmûd Sengawî û Lahor Cengî ku Polad ê birayê wî serpereştiya wê hêzê dike rêgirî li çûna gaza pêwîst kirin û nehiştina gaz bigehe Hewlêr û Duhokê û ji ber wê jî pirsgirêka gazê çêbûye.
Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil aşkera kir, hin kesên xwedî desthilat û destdirêj ji bo berjewendiya xwe rêgiriyê li geheştina beşa gaza Hewlêr û Duhokê dikin.
Di çarçoveya bertekan de Navenda Rabûn a YNKê (Nawk) ku grubeke wê partiyê ye û di demên birêveçûna kongreya çarem a YNKê de li gel gruba Şerare ya YNKê hev girtin û bi nivîseke torên civakî facebookê de aşkera kirin, pirsgirêka gaz ‘’Şerê bask û binemaleyên YNKê ye.’’
Heman navendê ragehand, baskên YNKê dixwazin bi rêya pirsgirêka gazê ve çavkaniyên darayî yên hev hişk bikin.
Berî naha serokê fraksiyona Gorran li Parlamentoya Kurdistanê Elî Heme Salih daxuyaniyek belav kir û aşkera kir, ew peymana nû ya taybet derbarê dabîn kirina gazê bo Hewlêrê û Duhokê hatiye kirin, şîrketekî kiriye ku sedî 40 beşa wê bo îdareya giştî ya YNKê ye.