Hevpeyvîn

Divê em ji gelê xwe re  hevkarî û tifaqên rasteqîn yên netewî bihûnin

 

Rojevakurd di derbarê Yekitiyek Netewî li bakurê Kurdistanê ji sê partiyan re nameyek rêkir. Nameyek ji serokê PAKê birêz Mistefa Ozçelik re, nameyek ji serokê PSKê birêz Mesud Tek re û nameyek jî serokê HAK PARê birêz Latif Epozdemir re rêkir.

Serokê giştî yê PAKê birêz Ozçelik bersiva nameya me da û em nameya Rojevakurd û bersiva Mustafa Ozçelik radigihînin.

Name û pirsek:

Ji bo serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê

Birêz Mistefa Ozçelik

Wek tê zanîn di qonaxa ku tevgera Kurd têre derbas dibe  bi awayekî yekitiyek netewî wek pêwistiyekî dertêxe holê. HDP û hinek aliyên siyasî behsa yekitiyekî dikin ku ev ji hemû nirxên yekitiyek netewî dûr e.

Lê hinek partî û aliyên din yên Kurdistanî ji derveyê Yekitiya HDPê pêşkêşîye dike hene û ew hêz xwewek hêzên Kurdistanî û netewî bi nav dikin. Herweha gelek kesayet, siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd hene ku dixwazin Yekitiye Netewî pêkwerê.

Pirsa me ewe ku hun wek PAKê di vê derbarê de çi dibêjin û ji bo avakirina Yekitiyek netewî çi pêşniyarên we hene ?

Gelo ji bo vê yekê hewldanên we wek partî hene û hebin hun dikarin behsê bikin?

Birêz Ozçelik em hêvî dikin ku bersiva pirsên me bidin û raya giştî ya Kurdistanî jî di vê derbarê de ronî bikin.

Ji niha ve spasiya we dikin hêviya serkeftinê ji bo we dikin.

Rêz û silav

Rojevakurd

https://rojevakurd.com

Bersîv:


Divê em ji gelê xwe re  hevkarî û tifaqên rasteqîn yên netewî bihûnin

Pirsa tifaq û hevkarîyên netewî, ji ber ku pirs û pêwîstîyeke gelê me ya esasî ye, her di rojeva me de ye. Lê mixabin, jibo ku ev tifaqa netewî pêk neyê, jibo ku şêlû û lawaz bibe jî, gelek plan û midaxele û sîyaset jî têne meşandin.

Li gorî me li  Bakurê Kurdistanê mixatabê tifaqa netewî , ew  potansiîyel û alîyên  ku hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê qebûl dikin; li Kurdistanê statuyeke sîyasî jibo gelê Kurdistanê diparêzin; mafê netewî, demokratîk yên miletê Kurd diparêzin; li ala Kurdistanê û hemû nirx û hêjayî û sembolên netewî, niştimanî xwedî derdikevin; ew alîyên ku ji yekrêzî û yekgirtineke netewî bawer dikin; ew alîyên  ku rêzê li azadî û demokrasîya navxweyî û li hevdu digirin  e.

Bi pêşkêşîya HDP, DBP, DTKyê ‘’10 partî û hereketan’’ , ji bo ku em jî beşdarî civînên wan yên bi navê ‘’hewla avakirina tifaqeke netewî’’ bibin, pêşniyarî  ji partîya me re anîn. Lê PAK û PSKyê di roja 04.12.2019an de nameyek ji van  ‘’10 partî û hereketan’’ re şandin û gotin:

‘’Em vê xebatê weke xebata ava kirina tifaqa netewî nabînin. HDP ji alîyekî ve xwe weke partîyeke Tirkîyeyî pênase dike,  lê ji alîyê din ve jî pêşkêşîya  ava kirina tifaqa netewî li Bakurê Kurdistanê dike; ev ne rast e, ne maqûl e. Partîyeke Tirkîyeyî nabe ku pêşkêşîya tifaqa netewî bike, nabe di nav tifaqa netewî de cîh bistîne. Bi aktorên şaş, encamên rast ne mimkune derkevin holê. Tecrubeyên me yên li gel HDP, DBP, DTKyê  yên di derbarê bihevre xebatê jî  nîşanî me didin ku, HDP, DBP, DTK li dûv îmzeyê xwe ranawestin, sozên xwe bicîh naynin û rêzê li hevkarên xwe nagirin. Jiber van sebeban jî emê beşdarî vê hewla we nebin’’.

Em weke PAK û PSK beşdarî van xebatên ku bi pêşkêşîya HDP, DBP, DTKyê ve tê meşandin nebûn û nabin.

Me hewl û xebateke nû ji bo tifaq û hevkarîyeke rasteqîn a netewî destpê kirîye.

PAK û PSKyê di roja 12.01.2020an de li Amedê civîneke bi beşadarîya nûnerên PAK, PSKyê, çavdêrên HAK-PARê û gelek sîyasetvanên netewî, yên ji tradîsyona PDKyê, yên ji grûb û tradisyonên cuda cuda , yên ji dîndarên Kurd yên ji Bakurê Kurdistanê li dar xistin. Civîn jibo nirxandin û gav avêtina hevkarî û tifaqekek netewî gelekî berhemdar derbas bû.

Nuha jî em  dixwazin, di rojên pêş de, li Amedê, bi amadekarî û bi beşdarîya PAK, PSK, HAK-PAR, potansîyela PDKyê ya li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, potansîyela dîndar ya netewî, kadro û grûbên netewî, niştimanî yên li Bakurê Kurdistanê civîneke berfireh, Konferansekê bi armanca nirxandin û tesbît kirina prensîbên hevkarî û tifaqa netewî li dar bixin. Hevdîtin û xebatên me yên jibo lidarxistina vê civîna berfireh, jibo vê Konferansê berdewam in.

Bi pêşkêşîya HDP, DBP, DTKyê ‘’10 partî û hereketan’’ di rojên 18-19.01.2020an de li Amedê Komxebatek li dar xistin. Berîya  vê Komxebatê, Hereketa Azadî daxuyanîyek da û got ‘’Emê beşdarî vê Komxebatê nebin’’. PDK Platform jî beşdarî vê Komxebatê nebû; lê heta nuha aşkere nekirîye ka ji bo çi beşdar nebûye. Nuha ev xebat li gel  HDP, DBP, DTKyê ,  bi beşdarîya ‘’5 partî û grûb’’ên din ve tê meşandin.

Ev xebat û hewla ku bi pêşkêşîya HDP, DBP, DTKyê ve tê meşandin, li gorî me , bi armanc û pêkhate û şêweyê xebata xwe ve ne hewleke jibo avakirina tifaqeke netewî ye. Herweha di derbarê bi hev re xebatê de, bi taybetî jî , derbasbûyîna HDP, DBP, DTKyê bi gelek nimûneyên negatîf, yên  ku bi bêbawerîyê ve hûnandî jî  li ber çavan e.

Heger em vê xebata bi pêşkêşîya HDP, DBP, DTKyê ve tê meşandin weke xebata tifaqa rasteqîn ya netewî nabînin; wê gavê  divê  em li ser prensîb û nirx û rêbazên netewî , niştimanî , li Bakurê Kurdistanê  ji gelê xwe re rêya hevkarî û tifaqên rasteqîn yên netewî, niştimanî nîşan bidin û bihûnin.

Lê  jibo ku em bikaribin rêya rast nîşanî gelê xwe û nîşanî wê potansîyela  netewî ya di nav HDP, DBP, DTKyê de bidin; divê em xwe ji sîya HDP, DBP, DTKyê  dûr bixin. Heger em bikevin bin sîya HDP, DBP, DTKyê,   emê nikaribin rêya rast nîşanî gelê xwe jî, nîşanî  wê potansîyel netewî ya di nav HDP, DBP, DTKyê de jî bidin. Peyveke Kurdî ya xweş heye, dibêje ’’Di bin sîya dara gwîzê de gîha şîn nabe’’. Helbete jiber vê rastîyê, nabe ku em dara gwîzê bibirin. Lê divê em  baş bizanibin ku di bin sîya vê rêvebirî û sîyaseta HDP, DBP, DTKyê   de Kurdayetî geş nabe, hevkarî û tifaqên netewî nayên ava kirin.

Lê  belê divê em di gotin û helwestên xwe de çêker bin; divê em xwe ji helwestên ku  di nav Kurdan de pirsgirêkan kûrtir bikin, dijminatîyê di nav Kurdan da mezintir û geştir bikin dûr bixin. Divê em  bi sebir, bi aqli selîm, bi sîyaseteke maqûl,  tesîrê li  wê  potansîyela netewî ya di nav HDP, DBP, DTKyê de jî bikin. Divê em  bikaribin  bi helwest û hest û bîr û bawerîyên netewî, niştimanî wê potansîyel netewî ya di nav HDP, DBP, DTKyê de jî li himberî sîyaseta entegrasyonê hişyar bikin. Divê em nîşanî wê potansîyela netewî ya di nav HDP, DBP, DTKyê de bikin , ew  sîyaseta ku keda hemû miletê me di nav fikra ‘’netewa demokratîk, welatê hevbeş, cimhûrîyeta demokratîk’’  de difetisîne , di eslê xwe de şikil û wersîyoneke nû ya  wê  sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya ‘’Yek dewlet, yek welat, yek milet, yek al’’ê  ye.

Belê, îro pêwîstîya gelê me bi tifaqeke netewî li Bakurê Kurdistanê heye. Lê divê berîya her tiştî em, ango wê potansîyela netewî, niştimanî ya berfireh ya li Bakurê Kurdistanê bêne cem hev, peywendîyên xwe germ bikin, bihev re xebatên hevbeş pêk bînin, hêdi hêdî hevkarîyeke netewî bihûnin. Tifaqeke netewî ya mayînde jî dikare di encama van peywendî, bihevre xebat û hevkarîyan de bê ava kirin.

02.02.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

 

Back to top button