Nivîsar

Pirsek: HDP partiyek Kurdistaniye?

Rewşa siyasî ya HDPê ji aliyê rewşenbîr, akilmend û siyasetmedarên kurdan ve bi awayê cuda tê nirxandin. Pirs eve; gelo HDP partiyek kurd û Kurdistaniye yan na? Gelo mirov li gora daxwaziya xwe û bîr û baweriya xwe cihek siyasî dide HDPê , yan jî li gora ku HDP xwe dide nasandin HDPê dinirxîne.

Di vê derbarê de HDP dibêje ku, ew ne partiyek kurd yan jî Kurdistaniye. Ew partiyek ya Tirkiye û hewla Tirkiyebûnê dide û bingehê siyaseta wan jî li ser Tirkiyebûnê hatiye avakirin. Yanî HDP dixwaze Kurda bi hemû awayî entegreyê Tirkiye û Tirkiyebûnê bike. Ji derê vê ew kesên ku HDPê wek partiyek Kurdî dinirxînin tenê xwe tetmîn dikin û hewldidin rêyek meşru ji siyaseta xwe ya çewtre bibînin.

Xeletiya herî mezin û bi zanebûn siyasetmedarên kurd dikin, rastiya HDPê naxwazin bibînin û bi zanebûn Kurda û Tevgera Kurd li bakurê Kurdistanê di kesayeta HDPê de didin nasandin. Yanî dema behsa siyaset û helbesta HDPê dikin, dibêjin “ Kurda halê kir“ û “kurda deng dan filan aliyî “, “ kurdan vê carê helwestek cuda“ danin. Ji aliyek din jî piranî çep û nijadperestên Tirk jî heman tiştê dikin.

Lê ev yek heqareta herî mezine li kurda tê kirin. Gelek kesêayetên kurd , vekirî siyaseta HDPê naparêzin lê bi vê rêyê xwe wedişêrin û bi şermî hevalbendiya PKK/HDPê dikin. Ev xirabiya herî mezine bi navê kurdeyatiyê li Kurda tê kirin.Cudahiya bingehîn ya HDPê ji partiyên din yên Tirkiye ewe ku dengên xwe ji kurda digrin. Lê siyaseta wan ya di derbarê kurdan de xizmeta herî mezin ji Tirkiye re dike.

Eger mirov çend pirsan ji HDPê bike , ew bi xwe rewşa xwe zelalî dibêjin.
Mirov ji HDPê pirsekî bike:
Gelo hun xwe partiyek çewe dibinîn?
Hun partiyek Kurd û Kurdistanine?
Gelo ji bo we dewleta tirk, Ala Tirkiye tê çi wateyê?
Gelo hun ji bo çi li dijê netewiyeta kurdanin û li dijê serxwebûna Kurdistanênin?

Mixabin herkesek bersiva van pirsan dizanin , lê bersiva van pirsan ji aliyê HDPê ve ji bo wan ne girîng e. Ji ber ku ev alî bi zanebûn bê ku bikevin nav rêzên HDPê ji derve, HDPê ji bo berjewendiyên xwe yên rojane û kesayetî bi kar tînin.

Di dema pêvajoya “ aşitî “ yê de, berpirsê korardinasyonê “pêvajoya Aşitiyê“ wezîrê dewletê Beşîr Atalay di bernameyek televizyonî de gelek vekirî got ku, HDP ji aliyê Ocalan û MITê ve hatiye damezirandin. Tu cara kesek ji HDPê li himber vê daxûyaniyê ne axivî û reda vê nekir.PKK/HDP û dewleta Tirk li hev nekirin û pêvajoya ku wan wek “pêvajoya aşitiyê“ bi nav dikiran têk çû.

Vê yekê gelek tişt guhertin. Cardin çalakiyên çekdarî destpê kirin û rewş tevlîhev bû. HDP partiyekyasayiye û siyaseta PKKê rêve dibe û girêdayê PKKê ye. Eger ne ji PKKê bûya HDPê li bakurê Kurdistanê % 1 jî deng ji destve nedianîya.Heta ev rastî neyê dîtin, li bakurê Kurdistanê kurd nikarin pêşiya xwe bibînin. Yanî divê PKK baş bê şirove kirin û li gora vê encamê jî siyaset bê kirin. Wek din zehmete ku mirov rastiya xwe bi xwe bibîne.Dê mehkumê siyaseta korane be.

12.4.2019
Nûçe/ Analîz
N.Firat

Back to top button