Nivîsar

Pirsa yekitiyê li rojavayê Kurdistanê

Ji bo pêkanîna yekrêzîyekî li rojavayê Kurdistanê, daxwaz gelekî zêdeye.Lê mixabin hinek tişt bi daxwaziyê tenê pêknayên. Ji bo vê yekê jî gerek mirov di vê derbarê de rastiya xwe bibîne û tehlbê jî behsa van rastiya bike, daku astêngên di rêya yekrêziyê de ji holê rabin.

Bê guman dema di navbera du hêzan de hevkariyek yan jî cureyek a yekitîyê pêkwerê, her aliyek li gora bernameya xwe ya siyasî daxwaziyên xwe rêz dike û di encam de digihin hev. Lê ji bo berjendiyên netewî û destkeftiyên rewa yên gel daxwazî her gav nêzikî hevin.

Lê rojavayê Kurdistanê rewş gelekî cudaye. PYD bi hemû awayî serdeste û heta niha bi serê xwe reveberiyek peyda kiriye û rê nedaye ku aliyek din siyasî şirîkatiyê bike. Bê guman PYD ev yek ne bi hilbijartinekî yanî bi îradeya gel bi destxistiye. Di rewşa herêmê de bi siyaseta ku rêvebirî xwe ferz kiriye. Ev pêvajo çewe destpêkir û PYD çewe bû desthilat her kurdek baş dizane. Pirs niha ne eve.

PYDê rê neda aliyên din karên xwe yên siyasî bikin. Çalakiyên ENKSê qedexe kirin, gelek caran ofîsên wan girtin, hevalên wan kirin zindanan de. Lê niha piştî Amerika  biryar da ku li herêmê bimîne, hewlda ku di nava kurdan de yekrêziyek pêkwerê. Tê zanîn ku ji berî niha di çavderiya serok Barzanî de 3 cara PYD û ENKS hatin ba hev û peyman îmze kirin.(Hewlêr1, Hewlêr 2 û Duhok) lê mixabin yek ji van neket di jiyanê de.

Lê di vê qonaxê de Amerika û dewletên hevpeyman li herêmê, yekitiyekî di nava kurdan de pêwist dibînin. Di vê derbarê de Amerika pişgiriye fermandarê HSDê Mazlum Ebdî kir û wî jî hewl da ku rolê xwe bi pişgiriya Amerikayê bileyze. Gava yekem de hinek hevdîtin di navbera ENKSê û Mazlum Ebdî de pêkhatin û piştre hevdîtin di navbera ENKSê û PYDê de jî destpêkirin.

 Di hevdîtina de biryar hate dayîn ku di 3 babetan de yekitîyek pêkwerê. Siyasê, Leşkerî û Îdarî. Hevdîtinan de hate ragihandin ku, di warê siyasî de li hev kirine û niha dê civîn ji bo xalên din berdewam bin. Ji berî civînên qonaxa duyem destpê bikin, PYDê li gel hinek aliyên din yekitiyek ragihand û da xûyakirin ku, qonaxa duyem de bi navê vê yekitiyê li gel ENKSÊ hevditina dikin. Di vê derbarê de  ENKS daxwaz kir ku, hevdîtin çewe destpêkirîn her bi wî awayî berdewabin. Ji ber ku ew aliyên ku PYDê lezûbez yekititî li gel wan ragihandî hemû jî girêdayê PYDê ne, ev tenê dibe wek leyiztikê ki ji bo yekrêziya bê kirin.

Tê zanîn ku Qendîl li dijê vê yekrêziyê ye. Lê ji bo helwesta Amerika nikarê eşkere li dij derkeve. Vêca hemû leyiztika dike ku, da bikaribin bêjin Amerikayê ENKS ji yekitiyê xwe dide aliyekî. Ji bo vê yekê gerek ENKS rê nedê van leyiztika û li hevdîtin berdewambin.

Tê zanin ku Mazlum Ebdî gelek soz dane ENKSê ,lê dixweyê nikarê tiştên ku gotîn hemûyê bi cih bike.Ev yek jî tiştek normal e. Lê pêwiste ENKS jî rê bide Mazlum Ebdî ku, rolê xwe bileyze. Yekrîzî ji bo rojavayê Kurdistanê pêwistiyeke. Li rojava yekitiyek pêkwerê dê gelek senoryoyên ku li dijê kurda têkherin. Li rojavayê Kurdistanê yekitî dikarê bibe destpêka qonaxek nû ji bo tevgera kurd li rojavayê Kurdistanê.

Her kes yan jî aliyê yekrêziya kurda li rojavayê Kurdistanê bixwaze, nabê hema bi şîaran behsa yekitiyêkî bike. Divê rastiya pirsê bibîne û di rêyek rast de bibe pişgirê yekitiyekî ku mafên kurda bêne parastin.

Herî dawî roja 16.5.2020ê de Meclisa Niştimanî ya Kurdî li Suriye(ENKS) û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd(PYNK) bi hevre daxûyaniyek ragihandin ku ew hevdîtinên xwe berdewam dikin. Bi daxûyaniyê dixweyê ku pirsgirêka heyî bi akilane çareser kirine û hevdîtinan ji bo qonaxa duyem berdewam dikin. Hêvî ewe ku yekitiyek di bin ala Kurdistanê de û li gora berjewendiyên netewî bê avakirin.

Di dawiya daxûyaniya hevbeş de dibêje: Herdu şande, ji bo insyatîfa wî ya yek-kirina rêza Kurdî li Sûriyê General Mazlum Ebdî bi rêzdarî spas dikin, û ji bo destek û keda wan a di yekirina rêza Kurdî de Rêzdar Serok Masûd Barzanî û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas dikin. Her wiha ji bo sponserî û desteka wan a bihêz ji bo yekrêziya Kurdan û piştgiriya wan ji misogerkirina pêşerojek demokrat û piralî li Sûriyê ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê rêzgirtin Dewleta Amerîka spas dikin.

Berdewamiya van hevdîtina gelek senaryoyên xirab ku ji bo têkbirina kurdan li rojavayê Kurdistanê têkdiçe. Bila mirov çavê xwe li kêmasiyan negire, rastiyan bêje û bi dil germiyekî pişgiriya vê pêvajoya yekitiyê bike.

17.6.2020

Nûçe/Analîz

Back to top button