Pirsa Yekîtî û Hevkarîyê
Şerefxan Cizîrî Tevgera Kurdperwer di nava xwe de pirsa yekîtî û hevkariyê niqaş dike. Ev ne cara yekemin e ku ev pirs tê nîqaşkirin. Li nîqaşên pencî salên dawî temaşe bikin û hûnê vê mijarê hergav di rojeva Kurdan de bibînin. Di bingehê xwe de tiştekî nû, nêzikbûneke cüda, encameke erenî heta nûha derneketiyê meydanê. Di pirsa yekîtî û hevkariyê de gelek projeyên me qurmiçî mane. Em li dora pirsgirêkan diçin û tê, lê bi dildarî fikir û raman jî nayêne pêşkêşkirin. Tecrubeyên negatif hîna jî dewra xwe dileyîzin. Negativizm bûyê kospek pir sext li himberî fikir û ramanên yekîtî û hevkariyê.Beriya her tiştî divê Kurdperwer, kes, rêxistin, komel, partî, sazî fêrî hevbeşî û fedakariyê bibin. Bêyî hevbeşî û fedakariyê doza welat nikare li ser bingehekî saxlam pêş de biçe. Em hemû bi hevdû re di keştîyekê de ne, weke Kurd çarenivîsa me yek e. Divê em bi hevdû re hewl bidin ku em xwe ji tecrubêyên tehl rizgar bikin û bikevin nava koma miletên hemdemî. Ji bona pêşeroja welatê xwe divê em derîyêkî nû di doza Kurdan de vekin.Divê em jibîrnekin ku Kurd li Rojhilata Navîn bı canbazên siyasetê re, bi mentalîta dagirkeriyê re, bi mîrata imparatorîyan re, bi zulma dewletên serdest re, bi sermaya gerdûnî re, bi berjewendiyên navnetewî re berberîyê dike. Berxwedana me divê van rastîyan baş li ber çavên raxînê û çareseriyên hevbeş derxînê pêş.Ji ber van rastîyan jî hewcedarîya Kurdan bi yekîtî û hevkarîyê heye…Heke ku em ne bi hevdûrebin, emê yek bi yek têk biçin. Ev rastî bûye barek û ketiyê stûyê me. Kesên ku vê rastîya civakî di nava Kurdan de gelek caran dubare nekirîne hene gelo? Baş e, wê gavê çima em pêwîstiyê vê rastîya civakî ku hergav tê dubare kirin bi cîh nayînin, çima em derzan ji dîrok û siyaseta civaka xwe dernaxînin? Çima em bi hevdû re li çareserîyên hevbeş nagerin?Ma em Kurd fahmkorî bûne, ma em Kurd bêaqilbûne? Ma axa cebana bi ser Kurdan de barîya ye?Belê, listikên bîçûk, ezezîtî, mentalita grubî gelek carak nahele ku pirsgirêk piralî werin nîqaşkirin. Em bi hevdû re ketine nava gerînekek negatîf, xesandî bûne û weke Derweşên Mevlana li dora xwe dizîvirin. Tecrûbeyên tehl, bahwerî û amintîya ku têçûye, berjewendiyên şexsî, maqam û postên ku bûne kosp û li himberî doza Kurdan rawestiya ne, rê nadin ku tevgerên sîyasî bi rêbazên nû pirsa hevkarî û yekîtîyê nîqaş bikin. Em bi gelek haweyan di cihê xwe de qerimî ne, em ne afirîner in û em li ser hekên xerabe kurk ketine!Divê em vê konaxa malkambax bi hevdû re derbas bikin û pelêkî nu di pirsa yekitî û hevkariya Kurdan de vekin.Yên ku xwedîyê mîrateyek negatîf in, em dizanin ku ji xwe re dinyayeke gewrik avakirine. Di rastîya civaka Kurdan de, di wan dîtinên teorîk û xeyalî de, dinyaya gewrik iflas kirîye. Mirovên vê dinyayê bihêsanî nikarin ji qalibê xwe derbikeve. Ev ji rastîyeke psîkolojîk û pratik e.Mirov dikare bibêje; nefsbiçûkî li cem wan mirovan nemaye. Ew hergav di civaka Kurdan de pozbilindîyê dikin. Ji sîya xwe re dibêjin; bi wir de here! Bahwer dikin ku Dinya û pirsa Kurdan tenê li dora wana dizîvir e, xwe weke navenda her tiştî dibînin, hemû bûyerên pozitîf li Kurdistanê bi xwe destpêdikin, felsefa nîhîlîzmê dikin û hemû xerabî ji bûnê taybetmendiyên mirovên ku bi wana re tevger nekirine. Di pirsa hevkarî û yekîtîyê de tu gunehê wana tüneye, yên ku gunehkar in hercar li derveyî koma wana ne. Ew bi tenê pir pak û paqijin, bêqisûr in!Divê mirov bi hest û ramanên netewperwerî bibêje; ev helwest ne helwestekî avakar e. Ev helwesteke xesandiyê û divê were hilweşandin.Bi rastî ji bona ku mirov karibe vê quretiya bêwate ji nava xwe belav bike pêşî sebir lazm e, dûra dîsa sebir lazim e, paşre dîsa sebir lazim e! Belê, sebir û zanebûn divê bi hevdû re bimeşe. Zanebûn û aqil divê bi hevdû re bimeşe. Divê mirovê ku Kurdperwer be, pêşî bi doza welat xwe vê girêdayî be, bi zanebûn û baldarî nêzikî wan pirsan bibe û nirxên ku bikêrî hemû Kurdan were derxîne pêş. Ji ber ku di doza Kurdan de cîh ji her kesî re heye, doza welat hewcedarê her kesî ye. Her kes li gora jêhatbûn û keda xwe, taybetmendîyên xwe dikarê di xebata doza welat de cihê xwe bigire. Kurdistan welatê me hemûyan e. Dayîka me ye…Ev hişmendî divê di nava hemû tevgera Kurdan de ji xwe re hêlînekê çêbike, bibê helwesteke netewî û pêşeroja siyaseta Kurdistan jî diyar bibe.Em divê bi dengekî bilind û bi hevdû re bibêjin; di tevgera Kurdan kes ne kûrê jinbavê ye, kes ne kole ye, kes ne qerwaş e, kes ne rayê ye, kes ne müridê mala şêx e, kes ne Xelifê Bexdayê ye, em hemû bi hevdû re xwedî yê malê ne. Kurdistan mala hemû Kurdan e. Divê hemû Kurd ji rêzana mala xwe berpirsyar bin…Di pirsa yekîtî û hevkarîyê de, divê destpêkek erenî di nava tevgera Kurdan de bikeve rê. Divê em karibîn bi rêbazên nû hewcedarîyên netewî, hevkarîya siyasî bi dildarî nîqaş bikin. Di van pirsan de divê fen û fût dûrî tevgera Kurdan bikevin, em divê bi hevdû re çarenivîsa xwe diyar bikin û alternativekî mayînde derxînin pêşberî gelê xwe. Çi ji netewa Kurd re baş be, em bi hevdû re wê bikin.Di vê pirsê de hêvîya me divê tucara nemir e! Em rê nedin ku hêviyên me bikevin ber sikrata mirinê. Kî çi dibêje bila bibêje; wê kervanê yekîtî û hevkarîya netewa Kurd, bi serbilindî bikeve rê û bigîhêje armancê xwe! Yên ku li qorzîyên xalî ji xwe re li post û kurtêlan digerin jî bila baş dîyar bibin!Bila pêpûk jî li ser nekirkêrên ku di kiryarîyê xwe de li dijî yekîtî û hevkariya Kurdan radiwestin, bi dengekî xemgînî û trajîk bixwînin.Pepûk, pepûk, kê kir, min kir…