Hevahengiya navbera Pêşmerge û şîretmendên Arteşa Birîtanyayê bilind hat nirxandin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 27.03.2018 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Lieutenant General Sir John Lorimer Şîretmendê Arteşa Brîtanyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Nûnerê Theresa Mey Serowkezîra Brîtanyayê û şandeya pê re kir, ku ji John Wilks Balyozê Birîtaniyayê li Îraqê, John Sharp Konsulê Giştiyê Birîranyayê li Herêma Kurdistanê bi wekalet û hijmareke diplomatkar û berpirsên leşkerî pêk hat bû.Di civînekê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Fuad Hisên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê û hijmareke wezîr û berpirsên Herêma Kurdistanê amade bûn, şandeya Birîtanyayî serkeftin û qurbaniyên xelk û Pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorê û hevahengiya navebra Pêşmerge û şîretmendên arteşa Birîtanyayê di şerê dijî terorê de bilind nirxand, piştgiriya welatê xwe jî ji bo hevkarîkirina pêşmerge û moderkirina Wezareta Pêşmerge û zêdetir pêşxistina têkeliyên navebra Hewlêr û Londonê nîşan da.


