”Pirsa Kurda di YM de çareser dibe”

CHAK di konferansa Yekîtiya Miletan de axifî:
”Pirsa Kurda di YM de çareser dibe”

Dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK, pirsa Kurda ya netewî di konferansa Yekîtiya Miletan (UN) ya li ser ”Mafê mirovan yê eqaliyetên li Asya başûr û navîn” de kir cihê niqaşê. Konferans di 23/09-2010 de li bînahiya UN ê ya Genevrê pêk hat. CHAK resmî hatibû vexwendin. Li ser navê Kurdocide Watch-CHAK ê, Sekreterê Navnetewî yê Navenda CHAK ê Hîwa Naseh piştî hevdîtin, têkilî û niqaşan, axaftinek kir. Em axaftina Sekreterê Navnetewî yê Navenda CHAK ê Hîwa Naseh bi we re par vedikin:

”Guhdarê hêja, Xanim û Mîrzeyên birêz,

Di cîhanê hejmarek bilind eqaliyet hene. Ew, bi taybetî li Asyayê bi gelek pirsgirêkan têne hemberî hev û mafê wan bi fermî nayê nasîn. Ev yek jî dibe sedem ku bi taybetî li Rojhilata Navîn û başûrê Asyayê pirsgirêk mezin bibin û nakokiyên hene bidomin. Netewa Kurda ku qet mafê wan ji awira fermî ve nehatiye nasîn dê bibe mijara min ya sereke.

Tê zanîn ku Kurd li cîhanê netewek kevnare ye û Kurdistan jî welatê wan e. Piştî têkçûna împaratoriya Osmaniyan, pêşî peymana Sykes Picot di navbêra Fransa û Ingilîztan de li ser xaka me pêk hat. Paşê jî di 1920 de peymana Sewres ê tê. Li gorî wê Kurdistanek serbixwe hatibû pêşniyazkirin. Piştre jî peymana nasdar ya 1923 an li Lausannê tê. Bi îmzekirina wê Kurdistan di nava çar welatan, Turkiyê, Îran,  Irak  û Suriyê de hate dabeşkirin, perçekirin.

Piştî wê Kurd ji tevayê mafên bi nasnameya wan ve girêdayî ne, bêpar hatin hiştin. Dagîrkerên Kurdistanê muameleya hemwelatiyê duwê bi kurda re kirin û bi zimanê xwe axaftin weke suc hate hejmartin. Kurd ketin bin destê rejîmên hov û serîhildanên Kurda yên ji bo mafê wan, pir bi hişkî hatin têkbirin û xwîna Kurda hate rijandin. Ji bo pêkanîna jenosîdê û tunekirina Kurda çekên herî giran ji aliyê Turkiyê, Îran, Irak û Suriyê ve hate/têne bikaranîn. Weke mîsal trajediya li Amûdê, jenosîda li Amed ê û Sinê, Enfalkirina Kurdan û jenosîda Helebceyê û Sardeşt ê mîsalên eşkere ne ku dixwazin pirkûjiya etnîkî pêk bihênin û Kurda tune bikin. Ev helwesta li dijî Kurda ya tunekirinê îro li gelek perçeyên Kurdistanê didome.

Turkiyê, bi dagirkirina bakurê Kurdistanê re êrîş bir ser daxwaziyên Kurda yê ji bo azadiyê. Ji bo têkbirin û hilandina etnîkî ya Kurda, îdeolojiya turkîtiyê bikar anî. 1937 an de serîhildana Dersimê şikand û jenosîdek mezin pêk anî. Turkiyê, di 15 salên dawiyê de bi hezaran gundên Kurda ji holê rakir û şewitand. Pê re aboriya Kurda têk birin, rê li ber çandiniyê girtin û hatina wan ya aborî tune kirin. Bi milyon Kurd kirin penaber û li bajarên Turkiyê ji ber nebûna xanî û kar perîşan bûn. Ji bilî van neheqiyan, îro jî toleransa Kurda kêm e, hişkayiya li dijî wan didome, dîskrîmînekirin û kûştina wan pêk tê û mafên wan yê polîtîk nayê nasîn.

Piştî kontrolkirina rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê, zilm û tadeyiya Îranê ya li dijî Kurda bi şêweyên cewaz hate bikaranîn. Îran naxwaze bi nûnerên Kurda yê siyasî re rûne. Di şûna wê de, Kurda bi zorê ji xaka wan radike û sirgonî nav îranê dike. Her wisa zilmê dike û bi rêya neteweperestiya farisheziyê asîmîlekirina etnîkî pêk dihêne. Îran îro jî heman polîtîka û bê toleransiya xwe li dijî Kurda bikar dihêne, kesên demokrat û azadîxwaz dixe zindanê û rojnamevanan dikûje.

Rewşa li Suriyê ji wan welatan ne baştir e. Zexta li ser Kurda her ku diçe zêdetir dibe û toleransa ji bo xwestinên wan yê maf û azadiyê nikare bê tehemulkirin. Suriyê ji bo tunekirina Kurda polîtîka erebkirinê pêk dihêne. Mafê hemwelatbûna bi sedhezaran Kurda li welatê wan înkar dike û polîtikayek teybetî ji bo terorkirin û kûştina çalakvanên polîtîk, rojnamevan û parêzvanên mafê mirovan bikar dihêne. Îro hepsên Suriyê ji girtiyên Kurd hatine dagirtin. Sucê wan, Kurd bûn e û dîtinên wan yên polîtîk in.

Di bin rejîma Sadam Hisêyn de, li dijî Kurda siyaseta jenosîdkirin, asîmîlekirin, erebkirin û tunekirina etnîkî hate bikaranîn.

Kurd netewekî aştîxwaz e û bikaranîna hişkiyê dûr e. Kurd dixwazin bi tevayê çandên din û welatên cînar re têkiliyên xwe baş bin. Ew dixwazin pirsgirêkên xwe di çarçeveya UN ê de çareser bikin. Bi taybetî li başûrê Kurdistanê (Iraq), ku tecrubeyên wê hene, li herêmê cihê herî stabîl e û li Iraqê cihekî aram e, dikare bibe mîsalek.

Em weke Kurdocide Watch-CHAK piştgiriya mafê tevayên eqaliyet û baweriyan li Asya başûr û Navîn dikin. Dema eqaliyetên li herêmê bighêjin mafê xwe dikare qala aştiyê, tekûzbûna ewlekariya li Cîhanê û aştiya nav mirovan bê kirin.

Ji bo çareseriya pirsgirêka me ji rica me ji beşdarên konferansê, dezgehên mafê mirovan û netewa yekgirtî ev in:

– Balê bikşînin ser buyera Enfal û Helebcê ji awira jenosîd kirina gelê Kurd
– Li tevayê perçeyên Kurdistanê têkbirina siyaseta înkarê û pejirandina azadî û nasnameya Kurda pêk bihênin
– Weke tevayê netewên din, divê mafê Kurda û biryardayîna pêjeroja xwe (serxwebûna xwe û hwd) bê nasîn
– Êrîş û bombebarankirinên Turkiyê û Îranê li ser sînorê bakur û rojhilatê Kurdistanê, li dijî gundên Kurda rawestînin
– Êrîş û bombebarankirina Turkiyê û Îranê li dijî gundên Herêma Kurdistanê (başûrê Kurdistanê) rawestînin.
– Rê li ber kuştina rojnamevan û çalakvanên siyasî bi destê rejîma Îranê, bigrin.
– Hepsê Suriyê vala bikin û Kurda serbest berdin. Mafê Kurda yê hemwelatiyê, nasname û polîtîk li Suriyê nas bikin.

Gelek spas ji bo guhdarkirina we û alîkariya kesên beşdar.”

CHAK-dokumentation Center & EuroKurd News

Nêrînek

  1. Kivshe ye berpirsiyarên vê saziyê gelek hez ji Erebî dikin. Millet, eqaliyet hwd\r\n\r\nHerwiha wan jî wekî siyasetmedarên me yên sondxwarî navên erdnîgariyê bi Tirkî yan erebî dane. Gelek siyasetmedarên Kurd sond xwarine dê navên erdnîgariyê bi Kurdî bikarneyînin.\r\n\r\nNY (Neteweyên Yekbûyî) yan YN (Yekbûyîna/Yekîtiya Neteweyan) tên bikaranîn û chima dibin û tînin bêjeyên Erebî bikartînin.\r\n\r\nZimanê wan ev bem Xwedê dizane xizmeta wan jî dê ev be. Protesto dikim.

Nerîna min :