Pirsa kurd û xeta netewî
Li bakurê Kurdistanê gerek ji bo xeta netewî hinek pîvan hebin. Pîvana sereke jî ewe ku gerek xetek kifş navbera wan aliyên ku dewletbûna Kurda red dikin de bê danin.
Dara Bilek
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pirsgirêka kurd piranî di çerçoveyên ideolojik de, tê gotubûj kirin.. Ji bo vê yeke jî û taybetî dema çepên Tirk pirsa Kurd şirove dikin, wek ku dilê xwe li kurda bişewitînin û wek xêrekî bikin behsa pirsa Kurd dikin. Li Tirkiye çep,rast kesên ku demokrat xwe navdikin, rewşenbir hemû bi piraniyek girsehî di çerçova parastina hîmên dewleta Tirk ve vê pirsê gotubêj dikin.
Heta gelek ji wan pirsa Kurd wek, “pirsgirêka Rojhilat“ “Pirsgirêka teröre“ “ Li Tirkiye pirsa Demokrasiye“ û bi awayên cuda nav dikin. Gelek cara hinek zanyarên Tirka heta akademisyen û siyasetmedar jî dikarin bi hesanî bejin:“ Gelo çi kêşeya Kurda li Tirkiye heye?“ “ Ma hêja Kurd çi dixwazin em tê nagihin“ bi van gotinên ku,bê wate behsa pirsa Kurd dikin. Bi kurtahî di derbarê pirsa Kurd de, dewletê îdeolojiyek fermî afirandiye û roja cumhuriyet hatî avakirin heta wek îro ev îdeolojiya dewletê ya fermî tê rêvebirin û Tirk li gora vê îdeolojiya fermî pirsa Kurd dinirxînin.
Siyaseta PKKê ya ku delwtbûna Kurda red dike û netewetiyê wek paşverûtiyê dibîne ,nirxên netewî qebûl nake û li dijê sembolên
Kurdistanî netewî tevdigere, ji bo aliyên siyasîyên Tirkan jî gotubêj kirina pirsa Kurd hesanîtir dike. Çepên Tirk û aliyên ku pirsa kurd gotubûj dikin gelek cara vê helwesta PKKê dikin sedem û dibêjin“ Kurd bi xwe filan tiştê naxwazin“ Bi vê yeke partiyên Tirkiye piranî li ser bingehek nijadperestî behsa pirsgirêka Kurda dikin. Dema hesabê wan tê hemû kurda di kesayeta PKK/HDPê de didin nasandin û li gora vê jî inkara hemû mafên rewa yên kurda dikin.
Ji xwe HDP bi xwe jî encama siyaseta PKKê wek koalisyoneka hinek Kurda û çepên Tirka ye. Bê guman ev yek helwesta PKKê û çep yan jî “pêşverûyên” Tirkiye, astengek mezin ji tevgere Kurd a ku, li ser xeta netewî hewla siyasetê dikin de peyda dike. Kurd gerek bi hestên netewî xwe bi rêxistin bêxin û daxwaziyên Kurda yên netewî bi zelalî biparêzin, ji hemûyê wêdetir divê mafên dewletbûna Kurda wek mafek rewa bê dîtin û li gora wê jî siyaset bê kirin. Ev tene dibe bersiva siyaseta ku mafê kurda inkar dike.
Di rastiya xwe de li bakurê Kurdistanê axavtin gelek hesanîye ,lê di qada siyasetê de bi hestên netewî tevgerandin gelekî zehmet bûye. Gelek cara kadroyên siyasî bi xwe vê yekê zehmet dikin.Ev ji kesayeta aloz a beşek ji siyasetmedara derdikeve holê.
Mixabin hinek alî piraniya cara hemû nirxên Kurdeyatiyê diparêzin û îdia dikin ku li ser xetek netewî siyasetê dikin, lê mirov dibîne ku dikarin hemû siyaseta xwe carekî de bikin qurbaniya berjewendiyên kesayetî. Ew dikarin di cih de pê li hemû nirxên xwe bikin.
Ji bo vê yekê parastina xetek netewî bi siyasetek kesayet û serbilind li bakurê Kurdistanê gelekî Zehmet e.Ev zehmetî ji tehrîbatên di nava civatê de hatîn kirin bi xwe jî derdikeve holê. Ji ber ku encama siyaseta xelet û şerê hatî û tê kirin civata kurd gelek tahrîb bûye û heta radeyekî nirxên ehlaqî hatine guhertin.
Li bakurê Kurdistanê gerek ji bo xeta netewî hinek pîvan hebin. Pîvana sereke jî ewe ku gerek xetek kifş navbera wan aliyên ku dewletbûna Kurda red dikin de bê danin.
Her ali yan jî partî dikare ji bo destxistina mafên netewî xwediyê dîtinên cuda bin. Hinek dewletbûnê, hinek federaliyê heta hinek otonomiye diparêzin. Ji aliyek din ve hinek jî dibêjin ku, gerek kurd bi xwe çarenûsa xwe bi îradeyek azad û serbixwe diyar bikin. Lê tu ali ji wan dewletbûna Kurda red nake û li dij nasekine. Tenê PKK û hevalbenrdên PKKê dewletbûna Kurda qebul nakin .
Her aliyê ku îdia dike mafên netewî diparêze mecbure sinorek bêxe navbera xwe û siyaseta inkara dewletbûnê de.Hêz yan jî rêxistina vê yeke neke û di vê derbarê de di helwesta xwe de ne zelal be, bila behsa xeta netewî nekin û hemd yan jî bê hemdê xwe dikevin di xefka PKKê de û ji hestên netewî dûr dikevin. Bila kesek xwe nexapîne.
Mixabin hinek alî behsê nekin jî HDPê wek nawenda merciyeta “Kurd“ dibinin. Gelek cara dixwazin heyina xwe bi pêwendiyên HDPê ve pêşve bibin û ji bo vê jî dikevin di nava xeletiyan de.
Li bakur potansiyelek li bîr û baweriyên netewî diparêze heye. Hinek bi awayekî de dinav rêxistinan de ne û piranî jî bê deng di nava siyaseta dewletê û PKKê de mane asê û kesayeta xwe diparêzin û di vê qonqxê de deng nakin.. Her demî ev insan dikarin rabin ser pê û ji siyasetek netewîre bibin palpiştek girsehî.
18.4.2021