Serok Barzanî bi minasebeta hatina cejna Remezanê peyamek a pîrozbahiyê ragihand û cejna xelkê pîroz kir.
Peyama Serok Barzanî:
Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim.
Di vê helkefta pîroz de hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo xelkê xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim û hêviya ewe dixwazim xwedayê mezin rojî û îbadetê hemû misilmanan qebûl kiribe û ev cejn aramî û aştî û xêr û bereketê ji bo hemû mirovayetiyê pêk bîne.
Mesûd Barzanî
29ê Remezana 1444 ê Koçî
20ê Nîsana 2023ê Zayînî


