Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 30.04.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Professor Paul Boyel serokê zanîngeha Lester ya birîtaniyayî û Muslih Mistefa serokê zanîngeha Soran ya herêma Kurdistanê kir û di dîdarekê de gotûbêj li ser wê nexşerêya di navbera her du zanîngehan de hatiye îmza kirin ku, ji vekirina senterekî ziman, senterekî lêkonlîna li ser samanên xwezayî û vekirina kampa zanîngeha Lester li bajarê Soran, li herêma Kurdistanê, pêk tê, kir.
Serokê zanîngeha Lester behsa karên hevbeşên navbera her du zanîngehan kir û pirojeyên navbera her du zanîngehan bi giring û berhemdar wesif kirin û got ku her du zanîngeh di warê dîtin, hizir û felsefeya pêşkeftina akademî û zanistî nêzîkî hev in û ev yek jî ji bona karê hevbeş rêxweşker in.
Serokê zanîngeha Lester got ku, di serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê digel berpirsên wezareta çandiniyê û şaredarî û tûrîzmê civiyaye û behsa pirojeyên hevbeş yên di warê pilana çandiniyê, tûrîzmê û parastina keresteyên dîrokî, kulturî li herêma Kurdistanê kiriiye.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana şandeya zanîngeha Lester bo herêma Kurdistanê kir û behsa giringiya peywendiyên navbera her du zanîngehan, Lester û Soran, kir û piştevaniya xwe ji bo nexşerêya navbera her du zanîngehan de diyar kir û got ku, pilanên bi vî awayî dê ji bona zêdetir bilindkirina asta zanistê li herêma Kurdistanê rêxweşker bin û pirojeyên hevbeşên navbera her du zanîngehan bi pirojeyên giring û berhemdar wesif kirin.