Li gora nûçeya Rûdawê, li Rojavayê Kurdistanê gelek gund ji xelkê vala bûne, ji ber sedemên cur bi cur malbat û bi taybet genc ji gundên xwe derketine.

Pêla koçberiyê ji gundan piştî krîza Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê gurtir bibû, weke mînak li gundê Til Erbîd ji 100 kesan, tenê kalemêrek û kurê xwe û sê neviyên wî mane.

Mihemed Hecî Qasim ji gundê Til Erbîd e ku 22 km li rojavayê bajarê Qamişlo dikeve, bavê 3 xortan e, apê Mihemed dibêje, li vî gundî 100 dijiyan, lê ji ber hejariyê ew xelk koçberî  bajarên mezin û derveyî welêt  bûn, niha jî tenê xortekî wî li gund maye.

Welatiyê-Til Erbîdê Mihemed Hacî Qasim dibêje: “Temenê gund 95 sal e. Berê 100 kes li vir dijiyan, niha ez û malbata xwe mane, gund xerab bûye, xelk ji birçîna û bê kariyê cûn bajaran. Xwedîkirina pez û çandinî ne wek berê ye, jiyan û aborî zehmet bûye.

Li hin gundên ku hêj axe û rûsipiyên Kurd lê mane hejmara mal û xelkê zêdetire. Mutadî Xelo axayê Mêrsîniyan e, sedema valabûna 25 gundên wan li Rojavayê Kurdistan dispêre standina erdê wan ji aliyê hikumeta Sûriyê û dana wî  ji Mexmûriyan re.

Apê Mutedî sedemên din jî dide xuyakirin,  wek kêmbûna pêdiviyên jiyanê li gundan nemaze, av, elektrîk, rê, nan û dibistan.

Axayê Mêrsîniyan Mutadî Xello jî got: “Em wek Mêrsîniyan li 50 gundan hene, ji Elî Fero heta Til Berak em bi cih in, bi qasî 25 gund vala bûne. Kar û xizmetguzarî tineye, beşê mezin ji bo kar çûn Ewropa. Hin gund ji 10 heta15 mal mane, li Gir Sorê tenê 50 mal mane.”

Desteya kar û barên civakî ya bi ser Rêveberiya Xweser ve, pêla kocberiyê û valabûna gundan bi şer û êrîşn leşkerî ve girê dide û dibîne ku rêça herî guncaw ji bo rawestandina kocberiyê destpêkirina proseya siyasî ye.

Cîgirê Serokê Desteya Karûbarên Civakî li Rêveberiya Xweser Mehmûd Gero jî wiha axivî: “Xelk ji gundan diçûn bajaran ji bo kar û derfetên baş weke av û xwarin. Herwiha peydekirina karekî baş, niha ji bajar û gundan kocberî heye, sedema herî li pêş kêmbûna ewlekarî û êrîşên dewletan li ser me ye.”

Li  320 gundên Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî  cekdarên opozisyona Sûriyê lê bi cih bûne,  38 gundên kristiyan jî li xeta Xabûr valabûne, ku 10 hezar aşûrî jê koçber bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: