Cîhan

Piraniya Ewropiyan li dijî endamtiya Tirkiyê ne

Di anketa ku li 6 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) hat kirin, derket holê ku hemwelatiyên YE ji bo endamên nû qebûl bikin ne zêde meraqdar in. 

Di lêkolîna ku li 6 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê pêk hatiye, derketiye holê ku li dijî endambûna Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê dijberiyek tund heye. Ji sedî 51ê beşdarên anketa ku li 6 welatan hatiye kirin, li dijî endambûna Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê ne. 

Di anketê de hat diyarkirin, welatê ku herî zêde endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê naxwaze Avûstûrya ye. Yên ku herî kêm li dijî endamtiya Enqerê ne welatiyên Polonî ne.

 Li gor anketa ku ji hêla Encumena Têkiliyên Derve ya Ewropayê (ECFR) ve hatî organîzekirin, hemwelatiyên Yekîtiya Ewropî her çend li hember endamtiya Ukrayna, Moldova û Montenegro mitewazî ne jî, piştgiriyek zelal nadin berfirehkirina yekîtiyê.  

Encamên anketê eşkere kir ku di navbera kategoriyên temenî û welatiyên endamên nû yan kevin ên yekîtiyê de jî cudahiyên girîng hene.

Back to top button