Pilana çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê
Li gor wan zaniyariyên mediya Tirkî diweşîne, pirosesa danustandinan ji bona çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê dê bi vî awayî be:
1- Destpêkê MÎT dê serdana Hewlêrê bike û dê digel berpirsên Qendîlê bicive.
2- Piştî serdana Hewlêrê, MÎT dê li Tirkiyeyê, li Îmraliyê, digel Ocalan hevdîtin pêkbîne.
3- Piştî serdanên MÎTê dê heyeta BDPê ku, li gor hin çavkaniyan, dê jiSelahedîn Demîrtaş û Ehmed Turk pêk bê, serdana Ocalan bikin.
4- Abdullah Ocalan dê du nameyan amade bike, nameyek jê bo PKKê û nameya din jî bo dewleyê ye.
5- Ocalan dê di nameya xwe de daxwaza agirbest û çekdananê ji PKKê bike.
Her li dor pilana çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê, Sadula Ergîn wezîrê edaletê yê Tikiyeyê dibêje ku, Nuha li Tirkiyeyê pêvajoya çareserkirina pirsa kurd heye û ji bona serkeftina vê pêvajoyê, divê hemû alî gelek bi hişiyarî miamileyê digel pêvajoya aşitiyê bikin, bi tehemil bin û di van çen rojan de dê encam diayr bin ka kî diçe û kengî dicin Îmraliyê, evna hemû dê bên organîzekirin û ev pêvajo bi erênî ber bi pêş ve diçe.