Pezeşkiyan û Celîlî derbasî tûra duyemîn bûn
Wezareta Navxwe ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku reformxwaz Mesûd Pezeşkiyan û kevneperest Seîd Celîlî mafê beşdarbûna gera duyem a ji bo hilbijartinên serokkomariya Îranê bi dest xistine.
Wezareta Karên Navxweyî piştî ku li 58 hezar û 640 navendên hilbijartinê deng hatin jimartin, encamên dawî yên hilbijartina serokkomariyê eşkere kir û diyar kir ku hejmara dengên hatine dayîn 24 milyon û 535 hezar û 185 e.
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan a Wezareta Navxweyî Muhsîn Îslamî got: ” Di gera yekem de tu namzedan piraniya dengan bi dest nexistin. Ji ber vê yekê “namzedê yekem û duyem” wê roja Înê di gera biryardar de rûbirûyê hev bibin”.
Pezeşkiyan bi sedî 42,6 dengan bû yekem, Celîlî ji sedî 38,8, Serokê Meclîsê Mihemed Baxêr Qalîbaf ji sedî 13,8, nederbasdar ji sedî 4,3, çaremîn û Melayê kevneperest Mistefa Purmuhammedî jî ji sedî yekê dengan di rêza pêncan de ye.
Amarên Komisyona Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxweyî nîşan didin ku beşdarbûna hilbijartinên serokkomariyê ji sedî 40 e. Ev rêje rêjeya herî kêm a ji şoreşa 1979an û virde hatiye tomarkirin.