Polîtîk

Peywendiyên Kurdistan û Filistînê nirxandin

Îro 08/05/2014 pênçşem birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Sefa Nasredîn Wezîra Gihandin a Filistînê û Konsolê Giştî yê wî welatê li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Wezîra Gihandin a Filistînê spasiya vê pêşwaziya germ kir ku li Herêma Kurdistanê li wan hatiye kirin û silavên Serokê Filistînê birêz Mehmud Ebas gihand Serok Barzanî. Her wiha balkişand li ser peywendiya dostaneya di navbera gelê Kurdistan û gelê Filistînê.

Di derbarê serdana xwe ya Kurdistanê, Wezîra Filistînê xweşhaliya xwe beramber pêşketina Herêma Kurdistanê ya li hemû waran de bi taybetî li warên dabînkirina aramî û asayîşê de nîşanda. Hêvî xwest li warên cûda cûda li pêşketin û geşkirina Herêma Kurdistanê de hevkar bin.

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan silav û rêzên xwe ji bo birêz Mehmud Ebas Serokê Filistînê bi şanda mîhvan ragihand û tekez li ser peywendiyekî dîrokî û dostane ya di navbera her dû gelê Filistîn û Kurdistanê kir.

Her li vê hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo karên hevbeş ya di navbera Filistîn û Herêma Kurdistanê de ragihand. 

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Wezîra Gihandin a Filistînê behsa wan hewl û hengavan kir di derbarê aştîvanî ya navxweyî û hewlên ji bo pêkanîna Hikûmetekî yekgirtî ya Filistînî, Serok Barzanî jî hêvî xwest asayîş û aramî û pêşketin ji bo gelê Filistînê pêkbê.

 

Back to top button