Kultur
Peymana Lozanê û Kurdistan
PAKê li Amedê konferansa ‘’Peymana Lozanê û Kurdistan’’ lidarxist.
PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê ) roja 24.07.2016an bi minasebeta 93emîn salvegera Peymana Lozanê li
Amedê konferanseke bi navê ‘’Peymana Lozanê û Kurdistan’’ lidarxist.
Akademîsyen Dr. Arzû Yilmaz, Dr. Bayar Dosky û Dr. Yaşar Abdulselamoglu wek axêfer beşdarî konferansê
bûn. Moderatorê Konferansê Mehmet Vûral bû.
Li gel germa havînê û qanûna şerdên awarte jî, hola konferansê ji alîyê qelebalixîyeke baş ve hatibû
dagirtin.
Nûnerên ENKS, PSK, HAKPAR, PDK BAKUR, OSP, DBP, HDP, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Baroya Amedê, Cemîyeta
Mafê Mirov,DDKD, DOGUNSIAD, Odeya Malî Muşawîran, Komeleya Şêx seîd, Komeleya Sîlwanîyan û gelek
siyasetmedar, rewşenbîr û gelê me beşdarî konferansê bûn.
Konferans li gel sirûda bi ‘’ey raqîb’’ê, bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpê bû.
Paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi axaftineke kurt, xêrhatina beşdaran kir û di derbarê rewşa
heyî û Peymana Lozanê de bîr û rayên xwe anî ziman.
Piştî axaftina Mustafa Özçelik axêferên Konferansê di derbarê Peymana Lozanê de axaftinên xwe kirin.
Piştî axaftinan navberek hate dayin. Piştî navberê beşdaran pirsên xwe ji axêferên konferansê re kirin.
Beşdaran eleqeyeke mezin nîşan dan û pirs û bersîvên hatin dayin, konferans dewlemendtir kir.
Konferansa ‘’Peymana Lozanê û Kurdistan’’ , 3 saeta berdewam kir û awayekî berhemdar û serkeftî bi
dawî hat. 24.07.2016
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê