KulturPolîtîk

Piranî partî piştîwaniya hewldanên Barzanî dikin

Rêveberekî PDKê ragehand, hewldanên serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo aştiya navxwe giringin û partiyên din jî ji ber wan hewldanan geşbînin. Endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand, tevgerek heye ku hêzên siyasî li gel yek rûnên û gotûbêjan derbarê derbaskirina xetimandina rewşa siyasî ya Kurdistanê de pêkbînin. Herwaha Elî Ewnî pêwîst zanî ku hemû alî bi cidî bêne pêş, ji ber ku hewldanên serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî giringin, ku hemû alî kombibin û eger niyeta çareserkirina pirsgirêkan hebe, divê her aliyek guh bide bangevaziya Barzanî û bête pêş.’’ Ji aliyê din ve endamê rêveberiya YNKê Ferîd Eseserd ji BasNewsê re ragehand; tevgerîne ke siyasî di rê de ye, yek ji wan çûna serokê dîvana serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên a gel partiyên siyasî ye, herwaha tevgera serokê giştî yê Yekgirtû Selaheddîn Bahedîn ku hin gav avêtin û ew jî wê bandorekê li ser çareserkirina pirsgirêkan ava bike. Endamê komîteya rêveber a Hizba Şûî Ebu Karwan jî, ji BasNewsê re ragehand, hewldanek ji aliyê serokê herêma Kurdistanê ve tê dayîn, ku bi rêya nûnerê xwe ve serdana aliyan dike û ew pêngaveke başe, ji bo armanca hemû aliyek ji hevre nêzîk bibin û giringe.

Back to top button