Polîtîk

Peymana Hewlêr neyê bi cîhkirin em jî biryarên din didin

Xweşbextane heta niha û li piştî hewlekî zêdeyê birêz Serokê Herêma Kurdistanê pêvajoya navçeyên Kurdiyan bi beranber li gel beşên dinê Sûriye gelek aram bûye. Her li destpêka qeyrana Sûriye li rêya rêzdar Serokê Herêmê û aliyê fermiyên Herêma Kurdistanê hewldan ku hemû aliyên Kurdan li jêr yek sêwan û çetrê bin û li gel hevdû hevdeng bin.

Eve jî piştî civîn û şêwirîna zêdeyê Serokê Herêm û hemû aliyên li 11.07.2012 de Desteya Bilinda Kurd hate ragihandin û bûye cihê xweşhaliya hemû aliyê Kurdan û piştgîriya tevahiya rêzdar Serokê Herêmê û dam û dezgehên Herêmê bi destveanî û ji bo me hemû aliyek bûye destkeftekî neteweyî.

Ji wê demê ve û heta niha jî cenabê Serokê Herêmê bi yek çav û wekî bira temaşa hemû aliyên Kurdan kiriye. Lê belê bi mixabinî aliyekî diyarkirî roj bi roj xwe bi niyeteke gumankirî pirçekkiriye. Roj bi roj xwe ji peymana Hewlêrê dûr xistiye û aliyên din perawêz kiriye, heta kar gihîştiye kuştin û girtin û revandina xelk û ber bi çavnegirtina nêrînên aliyên siyasiyên Kurdan.

Li vir da radigihînîn heta hilbijartinekî azad neyê encamdan tu aliyek nikare bi yek aliyane xwe ferz bike. Heta dema hilbijartinê tenê Desteya Bilind nûnerayetiya xelkê dike. Ji bo xwe sepandin û takekesiyê em rê nadîn piştevaniya me wekî pirekî bê bikaranîn. ji bo wê yekê neçarîn pêdaçûnê li helwesta xwe da bikîn û eger peymana Hewlêr bi tevahî neyê bi cîhkirin û pêve pabend nebin em jî biryarên din didin.

Jêderekî Rojnamevaniya
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
20/05/2013

Back to top button