Polîtîk

Girtiyên PDKS(El Parti) hatin berdan

Agahdariyên herî dawî gihatin destê me, îşev derengê şevê PYDê girtiyên destê xwe de hemû berdan. Danê nîvro jî 30 kes berdabûn. Niha tu girtiyên El Partî di destê PYDê de neman.

Agahdariyên di derbarê girtyên destê PYDê de berpirsên El Partî piştrast kirin. Wek tê zanîn girtina endamên El Partî ji aliyê PYDê ve bê ku sedemek hebê hatibûn girtin. Ev yek bû sedema nexweşîyek  mezin û herweha rûyê PYDê yê rast jî da nîşandan.

Back to top button