Cîhan

Peymana 52 salî ya di navbera Tirkiye û Iraqê de bi dawî dibe

Li gorî fermanek ku ji hêla Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ve hatiye îmzekirin û di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, Peymana Boriya Petrolê ya Xav a ku di sala 1973an de di navbera Tirkiye û Iraqê de hatiye îmzekirin, di 27ê Tîrmeha 2026an de dawî dibe û êdî derbasdar nabe. Ferman di 20ê Tîrmeha 2025an de bi îmzeya serokkomarê Tirkiye Erdogan di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.

Li gorî fermana hejmar 10113 ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, Peymana Boriya Petrolê ya ku di sala 1973an de di navbera Tirkiye û Iraqê de hatiye îmzekirin, digel her peyman, protokol û belgeyên din ên heyî, di 27ê Tîrmeha 2026an de êdî derbasdar nabe.

Ev peyman, ku cara yekem di sala 1973an de di navbera her du welatan de hatiye îmzekirin, di salên borî de bi protokolên cûrbecûr hatiye nûvekirin û herî dawî di sala 2010an de ji bo 15 salan hatiye dirêjkirin.

Back to top button