Hejmara qurbaniyên şerê Suweydayê gihîşt 1120 kesan
Hejmara miriyan ji hemû aliyên şerê navxweyî yê li Sûriyeyê gihîştiye 1,1 Rêvebirê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hişyarî dide ku rewş dê bibe sedema tundûtûjiyek zêdetir.
Li gorî raporek ku roja Yekşemê êvarê ji hêla Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hatiye weşandin, di nav qurbaniyan de 194 darvekirinên meydanî û paqijkirina mezhebî hatine tomar kirin.
Ramî Ebdulrehman, rêvebirê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hişyarî dide ku tundûtûjiya berdewam û meyla binpêkirinên zêdetir ên ku sivîlan hedef digirin heye.
Şerê Suweydayê û êrîşên Îsrail de tevehî hêjmara miriyan : 1120 kes.
- 531 kes ji parêzgeha Suweydayê, di nav de 104 sivîl, 6 zarok û 16 jin.
- 373 çekdarên Wezareta Parastinê û Ewlekariya Giştî, di nav de 18 ji eşîrên bedewî û şervanek Lubnanî.
- 15 Çekdar ûkarmendên wezereta Karên navxwe, ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê hatin kuştin.
- 3 kes, di nav de jinek û du kesên nenas, di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li ser avahiya Wezareta Parastinê hatin kuştin.
- Di pevçûnên li Suweydayê de rojnamevanek hat kuştin.
- 194 kes, di nav de 28 jin, heşt zarok û zilamekî pîr, ji aliyê endamên Wezaretên Parastin û Karên Hundir ve li gundewaran hatin gulebarankirin.
- 3 ji eşîrên bedewî, di nav de jinek û zarokek, ji aliyê şervanên Durzî ve li gunewaran hatin kuştin.
Ramî Ebdulrehman got, “Îro, topên hawanê li çeperên şervanên eşîran li bakurê Suweydayê ketin, û pêvajoya danûstandina girtiyan a ku ji bo îro êvarê li bajarokê Umm Zeytuna hatibû plankirin têk bir.” Ev yek bû sedema aloziyên ewlehiyê û rawestandina demkî ya peymanê.
Li gundên bakurê Suweydayê amadekarî ji bo pêkanîna peymanek di navbera komên herêmî û çekdarên eşîran de hatibûn kirin, di heman demê de binpêkirin û pevçûn berdewam dikirin.
Şervanên Durzî bajarokê Arîqa kontrol kirin, di heman demê de şervanên eşîran gundê Rîma Hazim kontrol kirin, di heman demê de berî danûstandina plankirî li gundên bakur aramî hebû.


