Peydabûna Hizra Neteweya Kurdî
Tevavkirin ji bo babetê hozana neteweyî li cem hozanvanê mezin Melayê Cizîrî û nemaze wê hozana li xeleka bihûrî em li ser axaftîn, her di wê hozanê da, Cizîrî umêd diket Kurdistan bibîte dewlet û paytextê wê dewletê li bajarê Cizîrê bît û ev rêze hozanêt bên nîşanêt wê çendê ne.
Cizîrî dibêjîte Mîr Şeref Mîrê Cizîrê:
Ger çî der iqlîmê rab’ hatî textê seltenet
Padşahê heft iqlîman selam karê tebî
Li pey zanîna cografî nasêt kevin li wî ser demî, cîhan hemî ji heft iqlîman pêk dihat, bêgumane cîhana wî serdemî, ew bû ya dibêjinê cîhana kevin, ane ku kîşwerêt Asya û Afrîqya û Ewrupa, wî serdemî her dû Amerîka û Awustralya hêşta ne hatibûne zanîn, lewma Melayê Cizîrî wesa didete xuya kirin ku Kurdistan di nexşê wan her heft iqlîman da, di iqlîmê çarê da bû, Cizîrî bi aşkerayî dibêjîte Mîr Şeref, tu li iqlîmê çarê wê hatiye ser textê seltenetê yan mîratiyê, lê fere padîşahêt her heft iqlîman, yan melkêt dinyayê hemiyê danpêdanê bi padîşahiya te li Kurdistanê biken û bêne silavî te wek danpêdanek bi padîşahiya te .
Paşî li rêzeka dî ya hozanê Cizîrî dibêjît:
Ê ne dewlet xwahê hezret bît ji nîva can û dil
Şubhetî ehlê şeqa ber qehr û azarê te bî
Armanca Cizîrî li vê rêza hozanê bi aşkerayî diyar dibît, ku wî divêt Kurdistan bibîte dewlet û hemî Kurd danpêdanê pê biken, rêza berî vê her wekî me êmaje pê kirî, wî mebest pê xelkê biyanî bû ji melk û padîşahêt dewletêt dinyayê, lê li vê rêzê, mebesta wî Kurdin xelkê milletê wî ne, wî divêt ew jî danpêdanê bi wî mîrî biken wek padîşah ji bo dewleta Kurdistanê, Cizîrî dibêjît yê dewlet xwahê te nebît, an ku yê dewlet xwazê tenebît, yan ewê hez neket em bibîne dewlet li bin padîşayiya te, bila wekî mirovêt xirab, li bin qehr wazarêt tebin, an ku tu wan ezab didey û azardan bara wan bît.
Aha bi vî rengê aşkera, Melayê Cizîrî daxwaza dewletbûna Kurdistanê diket, û Mîr Şeref bibîte padîşahê wê dewletê, û Kurd hemî di nav wê dewletê da bin û her wesa padîşahêt her heft iqlîmêt dinyayê silavî padîşahê wê dewletê biken. Li xeleka bêt bi anehiya xudê, dê diyar bît, ka Cizîrî, kîş bajêrê ji bo paytextê wê dewletê helbijartiye?
Reşîd Findî
Çavkanî: Rojnameya Evro