Polîtîk

300 hezar Iraqî koçberî Kurdistanê bûne

Li gor amarekî Wezareta Koç û Koçberên Iraqê bi hezaran malbat ji parêzgeha Enbarê koçberê bajarên Herêma Kurdistanê bûne. 

Wezareta Koç û Koçberên Iraqê belavkiriye ku li gor amarên Wezareta wan heta niha 50 hezar malbat ku nêzîkî 300 hezar kesin ji her dû bajarên Rumadî û Feluce, bi sedema nearamiya navçeyên xwe koçberê bajarên Herêma Kurdistanê û welatê Urdinê bûne. 

Wezareta Koç û Koçberên Iraqê eve jî xiste rû ku gelek ji wan koçberên ku hatine Herêma Kurdistanê ji Bexda û Selahedînê hatine û heman demî de nêzîkî 6 hezar malbat li her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê nîştecîh bûne.

Back to top button