CîhanRojev

Peyamek tund ji bo Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwar ku ew ê beşên binesaziya Îranê yên ku hîn êrîş lê nehatine kirin ji holê rake. Trump got ku hedefa din a artêşa wî dê pir û santralên elektrîkê yên Îranê bin.

Trump li ser Truth Social nivîsand: “Artêşa me, ku bê guman mezintirîn û bihêztirîn artêşa cîhanê ye, hîn dest bi wêrankirina tiştê ku ji Îranê maye nekiriye. Armanca din pir in, paşê santralên elektrîkê ne.” Ev gef di demekê de tê ku Trump berê dema dawî ya Tehranê ji bo vekirina Tengava Hormuzê an jî wêrankirina santralên elektrîkê dirêj kiribû.

Trump dibêje: “Serokatiya rejîma nû dizane divê çi were kirin û divê zû werin kirin.”

Back to top button