Civak

Peyameke sipasiyê pêşkeşî beşdarbûyên merasimê kir

 Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Silavên Xwedê li ser we bin

Piştî dawîhatina merasima sersaxiya xwedêjêraziya xuşka min, ez bi pêwîstî dizan im bi navê xwe û malbata Barzanî spas û pêzanînên xwe yên bêpayan pêşkêşî hemû xuşk û birayên xweşdiviyê xelkê Kurdistanê,  hemû çîn û tuwêjan, aliyên siyasî, kesayetiyên li hundir û derveyê welat, sefîr û konsolên welatan li Iraq û herêma Kurdistanê, birayên min li parlamentoya û hikûmeta Iraqa Federal û parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê, zanayên olî,  hemû navendên medenî,  medyayî,  rewşenbîrî, akademî,  hizbî û serbazî û hemû damûdezgehên asayîşê bikim.

Gelek spasî wan hemû xuşk û birayên birêz dikim ku bi amadebûna wan yan li rêya şandina peyam û nameyan zehmetê kişandin û beşdariya vê pirse û serxweşiyê bûn.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
13.05.201

Back to top button