CivakRojev

Peyamek ji bo koça dawî ya serokê Îmaratê

Serok Barzanî di peyamekê de xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Serokê Îmaratê nîşan da û peyama sersaxiyê belav kir.

Di peyama Serok Barzanî de hat diyarkirin: “Em bawer in bi hewla hevalên wî yên li serkirdetiya dewletê û gelê wî, ku li ser rêya rehmetî ya rasteqîn berdewam dibin.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve, agahiya koça dawî ya Serokê Îmarata Erebî ya Yekbûyî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan gihîşte min.

Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku wî bi rehmeta xwe şad bike û cihê wî bike Bihişta Berîn.

Ez sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî Şêx Mihemed Bin Zayid Bin sultan Al Nehyan û gelê Îmaratê dikim, em bawer in bi hewla hevalên wî yên li serkirdetiya dewletê û gelê wî, ku li ser rêya rehmetî ya rasteqîn berdewam dibin.

Xweda gelê Îmarat û serkirdetiya wî biparêze.

Înna Lîllah Înna Îleyhî Racîûn

Mesûd Barzanî

13ê Gulana 2022yan

Back to top button