Cîhan

Peyama sersaxiyê ji bo gel û hikûmeta Birîtaniyayê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi peyamekê, peqîna terorîstiya şeva borî li bajarê Manchester li Birîtaniyayê şermezar dike û ji malbatên qurbaniyan û hikûmeta Birîtaniyayê re sersaxiyê dixwaz e.Teksta peyama sersaxiyê:Ez, êrîşa terorîstiya şeva borî ku konserteke hunerî li bajarê Manchester li Birîtaniyayê kire armanc û têde hijmareke hevwelatiyên sivî jiyna xwe ji dest de û hijmarek jî birîndar bûn, şermezar dikim. Ji malbat û kesûkarên qurbaniyan û hikûmeta Birîtaniyayê re sersaxiyê dixwaz im, hevxem û piştevanê wan im, ji birîdaran re selametiyê dixwaz im.Dubarebûna kiryarên terorîstî li bajar û deverên cudayên cîhanê, wê yekê ji me re dibêje ku divê karvedanên bihêztir li dijî teror û terorîstan hebe û ji bona nehêlana hizir û fikra teror û şidetxwaziyê pêwîste li ser asta navdewletî karkirineke berfirehtir hebe.Hêvîdar im Birîtaniya û cîhan jî tawanên bi vî awayî careke din nebînin.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê23.05.2017

Back to top button