Civak

Parlementerê HDPê çewe di dadgehê de parastina xwe dike

Parlementerê HDPê yê Hakarî Abdullah Zeydan  girtiye û cara yekem derket li himber dadgehê û parastina xwe kir. Abdullah zeydan bi tohmeta endametiya PKKê û propaganda PKKê hatiye girin. Dadgeh jib o vê tohmetê heta 20 sala ceza dixwaze.Di xwepêşandanekî de Zeydan gotibû“ PKK dikare we di tifa xwe de bifetisîne“ li ser vê gotarê Zeydan da xûyakirin ku, ewî ev gotin ne jib o dewletê ,jib o DAÎŞê bi karaniye.Di temamê axavtina xwe di dadgehê de Zeydan da xûyakirin ku, wî tu cara tiştek xirab jib o dewletê negotiye.(Zeydanê HDP ê: “ PKK  we di tifa xwe de difetisîne “Zeydanê DYP: “ Emê serê Apo bînin“ )Abdullah Zeydan ji binemalekê ku hemû li gel dewletê kar dikiran û taybetî di dema Tansu Çiler serokwezîr wan bi nave dewletê li herêmê li dijê PKKê bi xwe şerek mezin dikiran.Di salên 90î de Zeydan xwepêşandanên “Dogru Yol partisiyê“ de, propagandistê serokwezîra wî demî Tansu Çiler bû.Di salên 90î de şerek dijwar navbera artêşa Tirk û PKKê de hebû. Babê Abdullah Zeydan parlementerê DYPê (Partiya Çiler) bû.Dema Abdullah Ocalan hatî girtin û anîn girava Îmraliyê, di mitingî de Abdullah Zeydan  axavtinekî dike û dibêje: “Emê êrîşê Îmralî bikin û serê Apo ji were bînin“ Bi hezaran kesan jêre li çepkan dan û dan ber tilîliyan.

Back to top button