Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî li ser şewitandina Bazara Qeyser
Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê şewata li Hewlêr bazara Qeyser rûdayî peyamek ragihand.
Peyam wehaye:
Mixabin min nûçeya şewata bazara Qeyser a Hewlêrê bihîst ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl û karmendên berevaniya sivîl birîndar bûne û herwiha ziyaneke madî ya mezin gihandiye bazirganên bazarê.
Ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazim û derbasbûnê ji bazirganên bazara mexdûr re dixwazim ku rayedarên peywendîdar lêkolînek berfireh li ser sedemên vê bûyera nexwestî bikin.
Ez spasiya ekîbên berevaniya sivîl, hawarhatinê, polês, ewlekarî û tenduristiyê dikim ku bi berpirsiyarî peywira xwe kirin û nehiştin ku agir zêdetir belav bibe.
Divê dûbarebûna van bûyeran bê rawestandin û derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh bê kirin û esnaf rêgezan bişopînin û tedbîrên ewlehiyê bigirin.
Ev bazar berhemeke dîrokî û dîmeneke xweş a paytexta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji ber wê jî em hemû piştevaniya xwe bo vegerandina wê di zûtirîn dem de radigihînin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2024/5/6