CivakRojev

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya hûnermendê Kurd

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanê bi minasebeta koça dawî ya hûnêrmendê naskirîyê Kurd Beyto Can di medya civakî de peyamek a sersaxiyê ragihand.

Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje:

” Koça dawiyê ya hunermendê navdarê Kurd Beytocan, em xembar kirin. Sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hevalên wî re dixwazin, hevparên xema wan in. Hunermend Beytocan bi stran û awaz û hunera xwe ya bilind, cihekî hejî û asteke bilind di muzîk û strana Kurdî de girt û ewê hertim bîranîna wî zindî bimîne. Canê wî şad be.”

Back to top button