Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvekera Jenosîda Kurda peyamek ji bo Raya Giştî ragihand.
Peyam:
Em îro 37mîn salvegera Enfala hovane ya ku di sala 1988an de ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hat encamdan û tê de zêdetirî 182 hezar zarok, mêr û jinên gelê Kurd hatin kuştin, bi bîr tînin.
Enfal yek ji tawanên herî hovane yên jenosîdê bû di dîrokê de ku heta niha jî bandora wê ya bi êş di wijdan û bîra gelê me de heye. Bi vê boneyê em şehîdên Enfalê bi rêzdarî bi bîr tînin û malbatên wan silav dikin.
Em careke din tekez dikin ku Hikûmeta Federal a Iraqê di hemû waran de ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê berpirsyariyeke yasayî û exlaqî ye. Divê biryara Dadgeha Cezayê Giran a Iraqê ku Enfal jenosîd û sûcên li dijî mirovahiyê ragihandibû, bi cih bîne.
Em tekez li ser wê yekê dikin ku hemû aliyên peywendîdar li Herêma Kurdistanê ji bo piştevanîkirin û xizmetguzariya malbatên şehîdan, nûavakirina deverên Enfalê, dîtin û vegerandina termên wan bo welat kar dikin û emê berdewam bin li ser hewlên xwe ji bo naskirina tawanên Enfalê wek jenosîd. Sazî û destkeftên Herêma Kurdistanê berhema qurbanîdana şehîdan e.
Bi vê minasebetê em doza yekrêzî û yedengiyê dikin ji bo parastina mafên xwe yên destûrî û avakirina paşerojeke baştir û tijî dadwerî û aştî ji bo gelê Kurd.
01.04.2025
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê