Polîtîk

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bi boneya Enfala Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 41mîn salvegera komkujiya Barzaniyan de, peyamek ji bo raya Giştî ragihand.

Peyama Nêçîrvan Barzanî:

Îro di 41-emîn salvegera Enfalkirina Barzaniyan da em 8 hezar mêr, kalemêr û ciwanên Barzanî bi rêz û hurmet bi bîr tînin ku,  ji 31ê tîrmehê heta nîvê tebaxê sala 1983ê di operasyoneke hovane da, ji kampên neçarî li Hewlêrê, ji aliyê rejîma Iraqê ya hîngê ve winda û komkujîkirin. Silav li giyanê wan be, em bejna xwe li hember wan ditewînin, silav ji kesûkar û malbatên wan ra.

Enfala Barzaniyan jî, wek hemû tawanên din yên dîrokê, ji bo şikandina îradeya gelê azadîxwazê ​​Kurdistanê bû, lê bû lekeyek reş bi eniya encamderan ve, tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê germtir û bi hêztir bû û bi cesarettir rûbirûyê zulm û dîktatoriyê bû.

Dayikên dilovan yên Barzanî û bi giştî Barzaniyan hemû êş û azar û encamên xirab yên Enfalê tehemûl kirin û li ser lingan rawestiyan. Wan karî  zarokên xwe yên belengaz bi serbilindî perwerde û mezin bikin û nifşekî dilsoz û jêhatî perwerde bikin. Ez wan hemû dayik, jin û xwişkên birûmet yên ku di hemû êş û rewşên dijwar da dest jê bernedan silav dikim û destê wan maçî dikim.

Spas ji bo hemû kesên ku di wê dema dijwar da alîkariya lêqewimiyên Barzanî kirin. Xizmet û dilsoziya wan tu carî nayê ji bîr kirin. Bi vê minasebetê em dupat dikin ku kar û xebatên me yên ji bo naskirina Enfala Barzaniyan û karesatên din yên gelê Kurdistanê wek jenosîd dê li ser asta navdewletî berdewam bin. Em tekezî li ser yekrêziya  aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê û tezmînata malbatên qurbaniyên Enfalkiriyan dikin.

Silav ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

Back to top button