PolîtîkRojev

Peyama Sedir ji bo Barzanî û helbûsî

Rêberê tevgera Sedir, li ser vexwendina fermî ya rayedarên Erebistana Siûdî, roja Pêncşemê dê serdana Erebistana Siûdî bike û hecê ferz bike.

Medya Iraqî li ser zimanê hinek parlementerên Tevgera Sedir dide xûyakirin ku, Muqteda  Sedir ji bo ferza hecê serdana Siudiyê dike. Heman çavkanî îdia dikin ku dê Sedir li welatê Kendavê li gel serokê Amerikayê Biden,li gel serokwezîrê Iraqê Kazimî û rayadarên Siudiyê hevdîtinên nehînî pêkbîne.

Herweha hatiye zanîn ku, Sedir ji Barzanî û helbûsî daxwaz kiriye ku, hevpeymaniya wan heta vegera wî berdewam be.

Tê gotin ku Sedir gotiye: “Sedr di van rojên dawî de bi telefonê bi Mesûd Barzanî û Mihemed Helbûsî re axivî û ji wan re got ku piştî 10’ê Tîrmehê li hêviya surprîz û guhertinên ji nişkave bin.”

Li gor nûçeya malpera Siûdî “Erebiye”, rêberê tevgera Sedr Muqteda Sedr destpêşxeriya çarçoveya hemahengiyê bo vekişîna ji biryara îstifakirina ji proseya siyasî red kir.

Back to top button