Cîhan

Peyama Nêçîrvan Barzanî ji bo piştevaniya pêvajoya aşitiyê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji bo qanûna jimara 6551 a parlamentoya Tirkiyeyê a ji bona pêvajoya çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê û ji bo pêngavên biwêr yên serokwezîrê Tirkiyeyê ji bona dawîanîn bi  şer û pêkanîna aşitiyê û jiyaneke arama civakî nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de ku, di malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanêde hatiye weşandin,  dibêje:

           Xebatên niha tên kirin û ew bizava ji bona pêvajoya aşitiyê û çareserkirina pirsa kurd bi aşitî li Tirkiyeyê cîyê dilxweşiyê ne û em hêvîdar in ew xebat bibin sedemê ku, gelê Tirkiyeyê di hemû waran de zêdetir pêşde biçe.

Serokwezîr dibêje ku,  qanûna jimare 6551 a parlamentoya Tirkiyeyê a bi pêşniyar û piştevaniya Partiya Dad û Geşepêdanê a bi serokatiya Receb Teyb Erdogan, ji bo pêkanîna aşitiyê û çaresrkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê pêngaveke  gelek giring e û wê qanûnê danûstandin û pêngavên çaresrî û aşityê xistin çarçoevyekî siyasî-qanûnî de:

          Me çewa berê piştevaniya pêngavên biwêrên birêz Receb Teyb Erdogan û hikûmeta Tirkiyeyê yên ji bona çareseriya bi aşitî dikir, em piştevaniyê li vê pêngava giring jî dikin û em hêvîdar in gelê Tirkiyeyê ji sedema wê qanûnê  dinav civakeke aram û aşitî de bijî û derfetên zêdetir yên pêşketinê ji bo gelê Tirkiyeyê dabîn bike.

Back to top button