Polîtîk

Serok Barzanî digel sekreterê giştî yê NY civiya

Îro pênçşem 24.07.2014 li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ban Ki-moon Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şandekî li gel kir.

Li kombûnê da ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kerîm Sîncarî Wezîrê Navxo, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Elî Sindî Wezîrê Plandanana Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şanda li gel kir û li gotarek da behsa guhertinên siyasî û emniyên Iraqê û rûdawên Musil û pêşketina tehdîda teror û koçberbûna hejmarekî zêdeyê hemwelatiyên Iraqê kir û balkişand li ser wê yekê ku ew rewşa metirsîdar û aloza niha li holê daye li encama siyaseta şaş ya desthilatdarên Bexda û guhnedana wan ya hişdariyan û takrewiyê pêkhatiye û ragihand ku li van deh salan de me hemû rêyek li ber girt ku pêkve Iraqêkî aram û demokratî ava bikin, lê belê cihê daxê ye ku ew hewl serî negirtin. Serok Barzanî wê yekê jî xisterû ku teror tehdîdekî tirsnake li ser Herêma Kurdistan û navçe û hemû cîhanê û piştî rûdawên Musilê sê li ser yekê axa Iraqê li bin kontrola terorîstane û pêkhatên Musilê li bin tehdîda derxistin û paktawiya nîjadî û olî daye û li encama vê rewşa tirsnak zêdetirê milyonek koçber xwe spartine Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê jî tu hengavekî ji bo yarmetîdana koçberan neavêtiye. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de ragihand ku sînorên Herêma Kurdistanê li rûyê penaberan ve vekiriye û bi hemû şiyanek ve yarmetiya wan dide. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li ser mafê biryardana çarenûsa gelê Kurdistanê kir û ragihand ku li vê rewşa aloz da gelê Kurdistanê mafê xwe heye ku bîr li biryardana li ser çarenûsa xwe bike û êdî li benda çarenûsekî nediyar nebê û li heman demî de yarmetiya xuşk û birayên Şî’e û Sûnne dide bo ku çareseriyek ji bo rewşa niha ya Iraqê peyda bikin.

Li beranber da Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî xweşhaliya xwe bi wê yekê nîşanda ku li demeke kêm da dû caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û spasiya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêmê û hêzên Pêşmerge kir ku yarmetiya koçberan daye û Krîstiyan û pêkhatên dinê parêzgeha Nînowa ji tehdîda terorîstan parastiye û gumana xwe jî beranber wê rewş û qeyrana aloz û tirsnak ku Iraqê girtiye nîşanda û ji bilî wê balkişand li ser wê yekê ku ji bo nehiştina qeyrana Iraqê pêwîste berî çareseriya serbazî çareseriyekî siyasî û gişt alî li ber bigre û hêvî xwest ku proseya siyasiya Iraqê û serkeftî bê û ragihand ku rewş û qeyrana niha wiha dixwazê ku aliyên Şî’e û Sûnne û Kurd bi pêkve kar bikin û hevkariya hevdû bikin ew jî li çarçêweya destûra Iraqê û bi navê dawî anîna kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda li rêya diyalogê de hewldan berdewam bin. Li beşekî din ê axaftina xwe de Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî xweşhaliya xwe ji bo vegerana Serok Mam Celal nîşan da û hêviya başbûnê bo wî xwest.

Li vê kombûnê da Serok Barzanî di derbarê proseya siyasiya Iraqê de wê yekê ji bo şanda mîhvan rûn kir ku li gor ezmûna deh salî ya derbasbûyî serkeftina proseya siyasî tenê bi guherîna dem û çavan mîsoger nabê belku pêwîste bi ciddî bîr li wê yekê bikin ku awayê karkirinê bê guhertin û di derbarê tehdîda terorê wê yekê dûpat kir ku tehdîda terorê gelek ciddiye û rûbirûbûna wê hewlekî gişt aliyane û navdewletî pêwîste.

Di dawiya civînê de Serok Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li civîneke rojnamevanî de encamên serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo dezgehên ragihandinê xisterû.

Hêjayî gotinêye ku her êvariya îro pênçşem 24.07.2014 Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dawiyê bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê anî û ji aliyê Serok Barzanî ve li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê hate birêkirin.

Back to top button