Cîhan

Suriye bi terorê tehdîta Norvec dike

Norvec ji bo tehdîda êrîşên terorîstî di nava rewşek awarte de ye.

Li gora medya Norvecî radigihîne , dezgehên istixbaratî zanebûnek destxistine ku dê demek nêzîk êrîşek mezin a terorî li Norvecê destbide.

Ji bo vê yekê wezîrê dad ê Norvec Anders Bjêrland bêhnvedana xwe qut kir û vegera Oslo.

 

Di vê derbarê de hukumeta Norvecî ji medyayê re dan xuyakirin ku, hewldana ku demek nêzik êrîşek terorîstî li Novecê destbide geleke. Ji bo vê jî hêdî li balefirgeha, îstasyonên trêna û sinorê Norvecî de kontrolek tund destpêkir.

Polîsên Norvecî bi çekên giran digerin. Hukumetê ji xelkê daxwaz kir bila herkes jiyana xwe bi awayek normal berdewam bike.

Berpirsên Norvec didin xuyakirin ku ev tehdîta terorîstî ji aliyê gurubek îslamiyên tunrev ku Suriye pişgiriya wan dike ve hatiye.

Back to top button