Peyama Nêçîrvan Barzanî bo Newroza Amedê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di bersiva vexwandina bo pîrozkirina Newrozê li Amedê nameyak ji bo Partiya Demokratîka Gelan (HDP), Partiya Herêmêm Demokratîk (DBP) û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) re şand û ew peyama serokwezîr di destpêka şahiya Newrozê de ku, îro li Amedê hat pîroz krin, hat xweidn.
Serokwezîr herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de cejina Newrozê li HDP, DBP û KCK ê hemû kurdistaniyan pîroz dike û hêvî dike ku Newroza îsal ji bo kurd, kurdistaniyan û gelên deverê û cîhanê bi xwe re serkeftin û şadiyê bîne.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de careke din piştevaniya xwe ji bo pêvajoya aşitiyê û çareseriyê û bi taybetî ew gavên vê dawiyê ji bo pêşdebirina pêbajoya aşitiyê hatine avêtin nîşan dide û dibêje ku, her kar û wezîfeyeke ji bo serkeftina pêvajoya aşitiyê û çareseriyê bikece ser milên wan ew madene bicî bikin.