Kultur

Peyama hikûmeta Kurdistanê bo 115 saliya rojnamegeriya kurdî

Serokatiya hikûmeta Kurdistanê bi daxyaniyeke nivîskî 115salia rojnamegeriya kurdî pîroz dike û daxwazê ji rojnamevanên Kurdistanê dike ku, li ser gihandina peyama rast û dirusta rojnamevaniyê û bêy penayê bibin ber teşhîr û navzirandinê berdewam bin, û bi hizrên xwe yên cuda li jêr siha wê azadiya li Kurdistanê heye, qelemên xwe di xizmeta pêşxistina civaka Kurdistanê de bikarbînin.

Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de dibêje ku, ew azadiya rojnameveniyê li herêma Kurdistanê heye li gelek welatên cîhanê û deverê ew azadî nîne.

 

Ev li jêr teksta peyama hikûmeta herêma Kurdistanê:

 

Rojnamevanên ezîzên Kurdistanê

Bi minasibeta 22ê nîsanê, roja rojnamegeriya Kurdî û 115 saliya rojnamegeriya kurdî, gerimtirîn pîrozbahiya li we yên birêz dikîn û hêviya serkeftinê û berdewambûnê di xebatên we yên pîroz de dixwazîn.

Derketina yekemîn rojnameya kurdî bi navê Kurdistan di 22ê nîsana 1898ê li ser destê serqafileyê rojnamevanên Kurdistanê Miqdad Medget Bedirxan û malbata kurdperwera bedirxaniyan, di dîrok bizava rojnamegerî û rewşenbîriya Kurdistanê de rojeke dîrokî û pirşengdar e. Ev roj bi destpêka xebata qelem û pirojeyê birewşenbîrkirina bizava neteweyê me û destpêka karwanê tekoşîna warê rojnamegriyê li Kurdistanê tê hisab kirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê şanaziyê bi wê yekê dike ku, azadiya rojnamevaniyê bo hemû aliyan, bê sasor û çavdêrîkirin pêkanîye û yasaya rojnamevaniyê li Kurdistanê bi awayekî azadîya raderbirînê û azadiya karê rojnamegeriyê destnîşankiriye ku, li gelek welatên cîhanê û deverê ew aqarê berfireh yê azadiya rojnamegeriyê bi rojnamevanan nehatiye dan.

Wezîfeya we pîroze, hêvîdar în li ser gehandina peyama rast û dirusta rojnamevaniyê û bêy penayê bibin ber teşhîr û navzirandinê berdewam bin. Hêvîdarîn bi hizrên xwe yên cuda li jêr siha wê azadiya li Kurdistanê heye, qelemên xwe di xizmeta pêşxistina civaka Kurdistanê de bikarbînin.

Her di vê minasibetê de, em rola sandîkaya rojnamevanên Kurdistanê di parastina mafên rojnamevanan û azadiya rojnamegeriyê de bilin û birêz dinirzîn in.

Careke din ev minasibete li hemû aliyan pîroz be û ji bo şehîdên qelem û şehîdên gihandina dengê rastiyê serê xwe ditewîn in.

Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê

21ê nîsanê 2013

Back to top button