Pêwistiya platformek Kurdistanî û erka partiyên bakurê Kurdistanê!
Di rewşa îro ya heyî de gerek demildest,HAK-PAR, PAK,PSK,TDK û PDK bi dilfirehiyekî xwe zelal bikin û li ser bingehê nirxên netewî palatformek Kurdistanî ava bikin û bibin sêwanek ji bo hemû niştimanperwerên Kurd.
Dara Bilek
Gelek cara behsa valehiya siyasî tê kirin û li gora vê nirxandinên siyasî çêdibin û hewldan têne kirin ku ew valehiya heyî tejî bibe. Di siyasetê de hewldanên tejikirina valahiya siyasî du cureyan tê kirin, yek ji wan keysperestiye û tu cudabûna wan ji aliyên siyasî yên heyîn tuneye û ew tu valahiyekî tejî nakin û bi tenê dibin beşek ji partî û rêxisytinên heyîn. Lê hinek hewldan hene ku, ji rastiya mercên civakî tevdigerin û hem valehiya heyî dikarin tejî bikin û hem jî dibin cihê baweriyekî di civatê de.
Rewşa siyasî li bakurê Kurdistanê gelek vekirî li ber çavan e. Lê nirxandinên siyasî ne di vê çerçoveyê de têne kirin.Di qada legal de bi hemû awayî hegemonya HDPê û dezgeh û partiyên li gora siyaseta PKKê tevdigerin heye. HDP bi dengek bilind dibêje ku, ez ne partiya Kurdanim û ez partiyeka Tirkiyem e. Yanî bi gelek zelalî dive HDP wek partiyeka Tirkiye bê nirxandin. Raste HDP dengê Kurda distîne ,lê ne partiyek Kurd e û ne Kurdistanîye. Gelek cara dema mirov behsa rastiya HDPê dike hinek alî li xwe nexweş tînin û li himberî van rexneyan xelkekî bi tiştên xirab itham dikin. Lê HDP bi xwe behsa rastiya xwe dike.Ne hevceye ku mirov bêje HDP çiye û li gora kijan perspektîfê siyasetê dike.
Mixabin li bakurê Kurdistanê HDP, di nava Kurdan de rojeva siyasî tayîn dike û di vê çerçoveyê de aliyên din pirsên rojane gotubêj dikin.Gerek baş bê zanîn heta ji derê rojeva ku HDP tayîn dike pirsên civakî û netewî neyên gotubêj kirin ,tu aliyek siyasî pêşiya xwe nabîne û bi zelalî nikare siyasetek şefaf bi rêve bibe.
Eve demek e hilbijartinên serokkomarî û parlementoya Tirkiye di rojevê de ye. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rojeva siyasî bûye hilbijartin. Li gora vê jî li bakurê Kurdistanê tevdigerin û hewldidin bi awayekî sûdê ji rewşa heyî wergirin!. Ji derê HDPê û aliyên `din ên di bin sêwana HDPê de siyasetê dikin, kesek nizane çi tê kirin rewûa wan baş ne zelal e.
PAK,PSK, TDK, bi hinek minasebetan li gel hev daxûyaniya radigihînin û çalakiya dikin. Lê hêja platformek hevbeş ava nekirine .Ji aliyek din HAK-PAR hewldide wek aliyek Kurdî bi nave xwe bikeve hilbijartina û helwesta wan li himberê HDPê zelal e. Lê gelo dê rewşa van a rêxistînî destbide vê yekê di pêvajoya hilbijartinan de bikaribin pêkbînin, nayê zanîn. Partiya Demokrata Kurd li gora xwe di nava tevgerekîde ye û piraniya caran li gel HAK-PARê hinek daxûyaniya radigihîne û hinek çalakiyên hevbeş dikin.
Lê mixabin di encam de li qada siyasî de paletformek li ser nirxên netewî Kurdistanî nehatiye avakirin û nakarîne bibin sêwanek ji bo kesayet û aliyên siyasî yên Kurdistanî û netewî li bakurê Kurdistanê.
Niha hinek kesayet dixwazin li gora xwe valehiya siyasî dagirin û li gora vê jî siyasetê bikin û partiyên nû damezirînin. Ji berî her tiştekî ev yek bi zihniyeta berê û aktorên siyasê yên kevin û hatîn ceribandin nabe. Ev yek gelek girîng e û tu valahiyekî tejî nake.
Di rewşa îro ya heyî de gerek demildest,HAK-PAR, PAK,PSK,TDK û PDK bi dilfirehiyekî xwe zelal bikin û li ser bingehê nirxên netewî palatformek Kurdistanî ava bikin û bibin sêwanek ji bo hemû niştiman perwerên Kurd.
Eger ev yek nebê dê HDP destê xwe li deriyên van aliyan bêxe û bazara çend parlementera li gel wan bike û naveroka wan bi awayekî pûç bike. Bi vî awayî HDP dê rê li avakirina palatformek Kurdistanî ya rasteqênî bigre.
Gelo encama van hilbijartina dê çi bandorê li pirsa Kurd bike? Di çareseriya pirsa Kurd de, di parlementoya Tirkîye de dê çi bûte kirin? Bawerim ev yek bê gotubêj kirin îhtimala guhertina rojeva siyasî di nava Kurdan de dikare berê xwe ji rojeva ku HDP tayîn dike hinek bê jî bde aliyekî.
Qada siyaseta bakurê Kurdistanê de mecala ku palatformek Kurdistanî û netewî bê avakirin heye. Partiyên navbûrî bixwazin dikarin vê yekê bikin.Lê hêviya çine nayê zanîn, yan jî jib o nezaketa siyasî nayê gotin. Lê roja ku, hinek ji van aliyan bikevin dabên HDPê de, dê xwe pûç bikin.
Îro erka herî mezin ji bo wan avakirina Paltformek Kurdistaniye. Hêvî ewe ku vê erka xwe pêk bînin û xwe nekin qurbaniya hinek berjewendiyên demikî û rêxistinî.
10.10.2022