Civak

Pêwîste zimanê kurdî parastin û pêşxistin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya parastin û pêşxistina zimanê kurdî û bihêzkirin pirrengiya ziman û kulturan li Kurdistanê kir.

Serok Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 21ê Sibatê bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik peyamek li tora civakî ya “X” belav kir û tê de ragihand, “Em tekezî li ser parastin û pêşxistina zimanê kurdî û zimanê dayik ji bo hemû pêkhateyan, xurtkirina pirrengiya ziman û kulturan li Kurdistanê, mafê perwerdeyê û azadiya zimanê zikmakî li her derê cîhanê dikin.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Bi vê boneyê em hemû kesên ku zimanê kurdî û dayîk kirine ji hemû pêkhateyên Kurdistanê bibîr tînin. Destxweşiyê li wan kesên ku di xizmet pîroz de berdewam in dikin, ji bo parastina giringtirîn regez û bingeha nasnameya netewî û kulturî, ku zimanê dayik e.”

Roja 21ê Sibatê her sal wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik tê pîrozkirin. Di vê rojê de li seranserê cîhanê gelek çalakiyên ziman tên lidarxistin.

Back to top button