Pêwîste hêzên hevbeş li navçeyên derveyê Herêmê bêne cêgîr kirin
Dr. Beşîr Hedad teqîna îroya Kerkûkê şermezar kir û tekez jî li ser cêgîrkirina hêzekî hevbeş ya Pêşmerge û Artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê kir.
Li daxuyaniyê da Dr Beşîr Xelîl Hedad Cîgirê Serokê Encumena Nûnerên Iraqê kir xwekujiya li ber avahiya Dezgeha Hewalgiriya Kerkûkê şermezar kir ku bi wê sedemê hejmarek ji karmendên wê dezgehê birîndar bûn û daxwaz ji hêzên emniyan kir ku zêdetir çav vekirî bin heta ku rêgiriyê li encamdana kirdarên terorîstî bigrin.
Hedad dibêje: Zêdebûna êrîş û kirdarên terorîstiyên çekdarên Da’îş li navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê bi giştî û bajarê Kerkûk û dewrubera wê bi taybetî wê rastiyê nîşandide ku hêzên Iraqî bi tenê nikarin kontrola wan navçeyan bikin û nîştecihên wê biparêzin.
Dr Beşîr Hedad ragihand, danustandinên di navbera Hewlêr û Bexda ji bo cêgîrkirina hêzekî hevbeş ya artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê qonaxên baş pêkanîbû. Pêwîste ew danustandin ji nû ve destpêbikin û hêzekî hevbeş li Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo parastina navçeyê û ser û malê welatiyên li wan navçeyan bêne cêgîr kirin.