Pêwîst e em yekrêz bin û xwedî bernameyeke hevbeş bin

Cîgirê Serokê PDKê û serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî belavbûna encamên hilbijartinên parlementoya  Iraqê û piştî serkeftina lîsta PDKê, peyameke serkeftinê belav kir û tê de got ku pêwîst e hemû aliyên Kurdistanê yekrêz bin û xwedî bernameyeke hevbeş bin.Peyama Nêçîrvan Barzani:


Cemawerê xweştivî û têkoşer yê PDKê,Ez vê serkeftinê di serî de li malbatên serbilind ê şehîdan û yên pêşmergeyên qehreman û piştre li hemû endam û alîgir û cemawerê PDKê û tevahiya gelê Kurdistanê, pîroz dikim. Ev serkeftina demokratîk a mezin di vê rewşa hestiyar de ji PDKê re xwedî wate û manayekî pir mezin e. Ev serkeftin berhema xebata PDKê û bergiriya PDKê li hebûna Herêma Kurdistanê û li armancên gelê Kurdistanê ye, berhema xebata berdewam a cenabê Serok Mesûd Barzanî ye di ber amancên neteweyî û niştimanî û parastina destkeftên gelê Kurdistanê.Di dema bangeşeya hilbijartinan de, polîtburoya PDKê û Encumena Rêveberiya PDKê û encumenên rêveberiyên PDKê li parêzgehên Kurdistanê û ofîsên PDKê û rêxistinên cemawerî û pîşeyî yên PDKê, kar û çalakiyên mezin kirin ji bo serxistina lîsta PDKê. Kar û xebata wan û erkê hemû dengderên PDKê cihê rêz û spasiya me ye. Herwiha em kar û rola ragihandina PDKê û çalakiya ciwanên PDKê di hemû waran de ji bo serkeftina PDKê, bilind dinirxînin. Rêveberiya PDKê rêzeke mezin ji hemû kandîdên lîsta PDKê ya hejmare 184 re digre.Ez spasiya tevahiya xelkê Kurdistanê dikim ku bi awayekî mezin di di hilbijartinê de beşdar bûn û mafê xwe yê demokratîk bikar anîn. Herwiha ez spasiya hemû dezgehên hikûmî yên pêwendîdar li Herêma Kurdistanê dikim, bi taybetî jî dezgehên ewlehiyê ku parastina aram û ewlehiyê kirin û hiştin proseya hilbijartinan biser bikeve.Em di wê baweriyê de ne ku di hilbijartinên bê de dê berpirs û dezgeh û endamên PDKê vê hilbijartinê ji xwe re bikin çavkanî û ji bo serkeftinên zêdetir ji PDKê re. Ew jî li ser berdewamiya xebata PDKê û berdewamiya çûna li ser rêbaza Barzaniyê nemir û pêbendbûn bi armancên pîroz ên gelê Kurdistanê, ku her hêzeke mezin dide endam û xemawerê PDKê.Nûnerên PDKê yên ku biser ketine dê wek hercar pêbend bin bi xewnên şehîdan û armancên me û dê bergirîkarê dilsoz bin di ber berjewendiyên gelê Kurdistanê de û herwiha dê bergiriyê li mafên hemû xelkê Iraqê bikin di Parlamentoya Iraqê de.Xelkê Kurdistanê yên xweştivîHikûmeta Herêma Kurdistanê piştî dana gelek şehîdan û dîtina karesat û şeran û piştî demeke kêm ji şikestin û hilweşandina gef û êrîşan li ser hebûna siyasî û îdareyî ya Herêma Kurdistanê, karî bi aramiyeke mezin bi serkeftî vê proseya hilbijartinan birêve bibe, ku ev jî nîşana hişyarî û mezinbûna hestê niştimanî ye li cem xelkê Kurdistanê.Em di rewangeha berjewendiya gelê Kurdistanê de, daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku hemû nakokiyên navxweyî bidin aliyekî û ji bo bidestxistina berjewendî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê amade bin ji bo civîn û gotûbêjan ji bo danîna bernameyeke Kurdistanî hevbeş ji bo ku em bihêz di hikûmeta Iraqê de beşdar bin. Em wek PDK jî ji niha de em ji bi her gotûbêj û kareke hevbeş amade ne.Gelê Iraqê yê xweştevî,Ez pîrozbahiya birêveçûna hilbijartinan li we dikim. Em hêvîdar in encamên van hilbijartinan rê vekin ji bo avakirina hikûmeteke nû ku destûrê Iraqê cîbicî bike û xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan bike, nexasim jî ew mafên welatiyan yên ku di destûr de hatine. Em omêdewar in ku êdî dezgehên dewleta Iraqê bibin dezgehên hemû pêkhateyên Iraqê.Em amade ne ji bo gotûbêjên baş li ser bingeha destûrê Iraqê ji bo avakirina hikûmeteke hevbeş ku ew hikûmet lihevkirin û şirkatî û parastina berjewendiyên hemû pêkhateyan bike karê xwe yê sereke. Bi vê riyê jî em bikaribin hemû nakokiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de çareser bikin.19-5-2018Nêçîrvan BarzanîCîgirê Serokê PDKê  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: