Polîtîk

Pêwendiyên Kurdistanê û Îngilterê berpêşve diçin

Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê Berîtaniyayê yê li Bexdayê kir

Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê  pêşwaziya her du Konsulusên Berîtaniyayê yên li Hewlêr û Bexdayê de kir.

Di hevdîtinê de her du alî behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê bi giştî û ya Parêzgeha Enbarê bi taybetî kirin.

Konsulusê Berîtaniyayê jiber hevkarî kirina xelkê Parêzgeha Enbarê ku jiber rewşa ewlekarî ji cêhê xwe aware bûye spasiya hikûmeta Kurdistanê kir.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku pirsa terorê pirseke girîng û metirsîdare lewre dibe tevahiya aliyan bo şerê dijî terorê hevkariya hev bikin û Kurdistan jî amadeye di vê warî de hevkariyên pêwîst pêşkêş bike.

Di berdewamiya hevdîtina han de her du alî behsa kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de û herwiha giftûgoyên heyî yên di navbera her du aliyan de bo çareser kirina wan kêşeyan kirin û Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku em dixwazên tevahiya kêşeyên heyî di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê û bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Di dawiya hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Berîtaniyayê de hate kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirin û berfiretir kirina peywendiyên han kirin.

Back to top button