Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li Hewlêrê pêşwazî li Brett McGurk nûnerê taybetiyê serok Barak Obama serokê wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê bo karûbarên hevpeymaniya navdewletiya dijî terorîstên DAÎŞê û şandeya pê re kir.Di civînekê de, rewşa bereyên cenga dijî terorîstên DAÎŞ û serkeftinên berdewam yên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şerî bi ser terorîstan de hat behis kirin û di vê çarçoveyê de, McGurk tekîd kir ku Amerîya piştevana pêşmerge ye û dê li ser wê piştevaniyê berdewam be û di axavtina xwe de operasiyona hevbeşa hêzên pêşmerge yên dije terorê û hêzên taybetî yên Amerîkayê li Hewêce ku ew operasiyon bo sedema azadkirina 69 êsîrên di zîndana DAÎŞ de, bilind nirxand û got ku ew çalakî wê yekî ispat dike ku pêşmergeyê Kurdistanê hemû hevwelatiyên Îraqê, bê cudahî, diparêze û bi wezîfeya xwe jî dizane.Nûnerê serok Obama behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên navxwe yên herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku hemû arîşe û pirsgirêk, çi digel Bexdayê yan jî yên navxweyî bin, bi diyalog û lihevtêgihiştinê bên çareserkirin.Nêçîrvan Barzanî, bi minasibeta wergirtina wezîfeya nû weke nûnerê taybetiyê Obama li hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞ ku biryare bi awayekî fermî di destpêka meha bê de dest bi karê xwe yê nû bike, pîrojbahî li McGurk kir û sipasiya hevkariyên berdewamên Amerîkayê bo hêzên pêşmergeyê Kurdistanê kir. Serokwezîr, ji bo jiyanjidestdana wî leşkerê amerîkayî yê di operasiyona Hewîceyê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser navê xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê sersaxî li şandeya mêvan kir.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025