Polîtîk

Parîs û Hewlêr zêdetir nêzîkî hev dibin

Roja pênçşem 29.10.2015 li bajarê Hewlêrê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima An Hîdlgo Seroka Bajarvaniya Parîs û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Seroka Bajarvaniya Parîsê palpiştiya tevahiya xwe û hevbajariyên Parîsê ji bo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand û balkişand li ser wê yekê ku agahdarî rewş û tehdîda li ber Herêma Kurdistanê ne û piştevanê pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê ne. Seroka Bajarvaniya Parîsê eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku bajarê Parîsê li warê avadanî û teknolojiya û jîngehê de, yarmetiya bajarê Hewlêrê dide û kar ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera wan dû bajaran dike.Li beranber da Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Fransayê kir ku piştevanê xelkê Kurdistanê ne û di demên teng da palpiştê gelê Kurdistanê bûne û pêşwaziyê li pêşxistina peywendiyên di navbera her dû bajarên Hewlêr û Parîsê kir. Her wiha bi rêz ve behsa dosta gelê Kurd Madam Mitterand kir ku palpiştekî mezina gelê Kurdistanê bûye û pêzanînê jî ji bo serdana Serok Holland ya Herêma Kurdistanê derbirî ku di dema şer û tengasiyan da serdana Hewlêrê kir û ew serdan balkişandinek bû ji bo peywendiya kûr ya her dû gelê Kurdistan û Fransa.Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa metirsiyên terorê ya ser asayîşa cîhanê kir û her dû alî wê yekê dûpat kirin ku teror dijminê hevbeşê hemû aliyeke û pêwîste bi cîddî û hewla hemû aliyek ewe be ku kar ji bo nehiştina sedemên serhildana teror û bîr û hizra tundrewiyê bikin. Her li vê hevdîtinê de behsa qeyrana koçber û penaberan kirin û rêyên çareserkirina vê kêşeyê guftûgo kirin.Hêjayî gotinê ye rêzdar Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê û Alên Cîrat Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr amadeyê hevdîtinê bûn.

Back to top button