Polîtîk

Pêwendiya Burkay û wezîrê navxwe

Li gora nûçeyekî di rojnama Sabah a tirkî de, wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Beşîr Atalay bi rêya telefonê pêwendî bi siyasetmedarê kurd sekreterê giştî yê berê yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Kemal Burkay re pêwendî daniye û Burkay vexwandiye Tirkiye. Vê nûçeya hanê di hinek malperên kurdî de jî cih girtiye.

Li gora malpera Netewe; Di vê derbarê de Kemal Burkay dibêje. ” dema behsa vekirina bi navê vekirina demokratîk hate kirin, li hinek cihan hate nivîsandin ku hukumet dixwaze li gel min rûnê. Rastî ez ne benda tiştekî welê bûm. Ji bo hevpeyvîna min li gel rojnameyekî, birêz  wezîr xwestiyê li gel min biaxêve. Bi rêya  nûnêrekî xwe li min geriya û gote ku ew girîngiyê didin dîtinên min.”

Back to top button