Polîtîk

Ocalan: Projeya me ya çareseriyê xweseriya demokratîk e

 

Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, di hevdîtina hefteyî ya bi parêzerêm xwe re got, “Xweseriya demokratîk projeya kurdan a çareseriyê ye”.

Abdullah OcalanAbdullah Ocalan ku roja çarşemê li Girtîgeha Îmraliyê bi parêzerên xwe re hevdîtina hefteyê pêk anî, mijarên di rojevê de jî nirxandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Ocalan derbarê xweseriya demokratîk de daxuyaniyên kitekit da. Ocalan ku projeya xweseriya demorkatîk wekî projeya kurdan a çareseriyê bi nav kir, got ku hêlên cuda yên vê projeyê hene û ji bo van wiha got:

* Aliyê Siyasî: Kongreyeke gel dê hebe. Ev kongre dê kongreya civakî ya demokratîk be. Dê rêveberiyeke vê kongreyê hebe.

* Aliyê Hiqûqî: Ev statuya hiqûqî ya projeya xweseriya demokratîk îfade dike. Yanî ka ji hêla hiqûqî ve dê statuya wê çi be? Ev dê bê diyarkirin û di qanûn û Destûra Bingehîn de bê bicîkirin. Bi qanûnan dê çarçoveya xweseriya dmeokratîk bê diyarkirin.

* Aliyê Aborî: Ji bo neteweya demokratîk ku dê bê sazkirin, polîtîkayeke aborî jî hebe. Em dikarin pergala xwe ya aboriyê saz bikin.

* Aliyê Çandî: Aliyê çandî dê bi piranî têkildarî ziman, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, dîrok û hunerê de be. Ka têkiliya kurdî û tirkî ê çawa bibe, perwerdehiya bi zimanê zikmakî çawa dibe, polîtîkaya ziman a neteweya demokratîk dê çawa bibe, dibvê ev bên nîqaşkirin.
 
* Aliyê Parastina Xweser: Em dikarin ji vê re bibêjin aliyê ewlekariyê jî. Divê bê diyarkirin ka kurd dê çawa ji netewekujiyê rizgar bibin.ne tenê netewekujiya fîzîkî, ez qala netewekujiya çandî û hemû cureyên din dikim. Mînak, gelo dê di leşkeriyê de cî bigirin an na, ev dikarin bên nîqaşkirin.

* Aliyê Dîplomasiyê: Ev ê jî têkiliyên kurdan ên bi neteweyên din û civakên din re bigire dest. Bi welatên cîran û kurdên li parçeyên din re dê têkilî çêbe.

Abdullah Ocalan diyar kir ku divê kurd di vê miajrê de seferberiyê îlan bikin û got, “Divê kurd, BDP û KCD bi mijara Xweseriya Demokratîk re mijûl bibin. Divê proyeja Xweseriya Demokratîk şênber bikin. Rojeva kurdan a rastî ev e, divê ev be.”

Ocalan bal kişand ser bûyerên li Dortyola Hatayê ku piştî 4 polîs hatin kuştin mal û kargehên kurdan rastî êrîşan hatin, û anî ziman ku li 30-40 deveran bûyerên provokasyonê hatine plankirin. Ocalan wiha got:

“Dikaribûn di bûyera Dortyolê de sêsed kes kuştibûna. Ev temamkirina qetlîama Sêwasê, qetlîama Mereşê ye. Pêkan e ku komployên li ser ronakbîran ên wekî kuştina Musa Anter pêk bên. Ev ceribandinên qetlîameke sergirtî ne. Di wê de bi ser neketin. Cudahiya vê bûyerê ji yên din ev e: Di bûyerên din de şensê biserketinê tune bû lê di bûyerên niha de şensê wan ê bi ser ketinê heye. Ji ber vê jî divê gelekî bi tedbîr û baldar bin.”

(AKnews)

Back to top button