Cîhan

Rojhilat a Navîn ber bi aşitiyê ve diçe

Li gora ku berpirsên Amerîka dane xûyakirin, dê destpêka meha Îlonê de hevdîtin li Washingtonê di navbera berpirsên dewleta Israîl û Filistîniyan de destpêbikin.

Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton ragihan ku, wê danûstandinên di navbera berpirsên Israîl û Filistîniyan li gava yekem di çavderiya Amerîka de li Qesra Spî destpêbike. Herweha li gora xanima Clinton radigihîne dê ji bo vê civînê, melikê Urdunê Abdullah, serokkomarê Misrê Hisnî Mubarek, berpirsên Yekitiya Ewropa, serokwezîrê berê yê Brîtanya Tony Blair û berpirsên Rusya jî bêne vexwandin.

Herweha ji bo vê yekê wezîra derve ya Amerîka li gel serokwezîrê Israîl û serokê Flistîniyan Mahmut Abbas dest pêwendiyan kiriye. Ji bo hevdîtinên rasterast, Flistîniyan hinek merc didan pêş û digotin heta ev merc neyên cîh em li gel berpirsên Israîl rûnanin. Lê dixweyê niha Flîstiniyan ji dest van mercan berdane. Lê problema mezin di nav Mahmut Abbas û rêxistina Hamas de ye.

Gelo wê Abbas herêma Xezayê ya ku di bin kontrola Hamasê de ye temsîl bike yan ne.

Back to top button